- Kitêbxaneya Bor Seîd a li Reqayê niha 63 salî ye û kitêbxaneya herî kevin a bajêr e. DAIŞ´ê gelek kitêb şewitandibin jî, kitêbxane hîna li ser piyan e. Ew şahideke xwegir a dîroka rewşenbîriya bajêr e.
Bor Seîd kitêbxaneyeke li bajarê Reqayê ye û kevintirîn kitêbxaneya bajêr e. Ew sala 1957´an hatiye vekirin. Hingê bûye cihekî xelkê berê xwe didayê. Lê belê niha mêvanên kitêbxaneyê kêm bûne. Çeteyên DAIŞ´ê gava bajar dagir kirin, gelek kitêbên lê şewitandin û zirareke mezin bi vê yekê li kitêbxaneyê kirin.
Pirtûkxane nêzî muzexaneya Reqayê ye. Kitêbxane bûye şahidê dîroka tevgera çandî û siyasî ya li bajêr ya ji dawiya salên 50`î ve.
Gelek rewşenbîrên Sûriyê, mêvan ji derveyê Sûriyê, xwendekar û hezkiriyên pirtûkan çûne serdana kitêbxaneyê. Ji ber ku bi gelek cûreyên kitêban û romanên cîhanî zengîn e.
Navendeke Şepêla Çepgir
Avakerê kitêbxaneyê Ehmed Xabûr behsa sedemên avakirina wê kir û bi bîr xist ku ew ji endamên Şepêla Çepgir a Erebî bû, endamên şepêlê ew erkdar kiribûn da ku kitêbxaneyê veke. Wê demê rêveberiya Reqayê ser bi Dêra Zorê bûye.
Xabûr wiha dewam dike: “Destpêkê, kitêbxaneyê berhemên têkildarî Şepêla Çepgir a Erebî û rojnameya Nûr a taybet a şepêlê belav dikirin. Ev rojname ne tenê ji hêla endamên şepêlê ve, di heman demê de ji hêla gelek kesan ve dihatin xwendin. “
Xabûr sedema belavbûna rojnameya Nûr û fikrê çepgir bi awayekî giştî vegerand, bingeha fikra çepgir a ku çîna karkeran û cotkaran wek hev dike.
Nasnameyeke nû û giştî
Piştre kitêbxane ji yeke taybet a pirtûk û belavokên fikra komunîstî veguherî pirtûxaneyeke giştî ku tê de pirtûkên Îslamî, çandî, rojnameyên herêmî, Erebî û cîhanî hene.
Di salên 60`î de, kitêbxane di tevgera çandî û siyasî ya li Reqayê de bi roleke mezin rabû. Her wiha bûbû cihê kombûna ciwanên Reqayê û birêxistinkirina xwepêşendanên li dijî mêtingeriyê û lihevkirina Bexdadê. Xabûr dibêje, ji ber van mijaran ew gelek caran hatiye girtin.
Deriyên wê li her kesî vekirî ne
Li gorî Xabûr, di kitêbxaneyê de, gelek civînên aliyên siyasî yên li Reqayê dihatin lidarxistin. Wê demê cudabûna nêrîna siyasî hebû lê di heman demê de jiyana siyasî ya rastî ya ku li Sûriyê wê demê hebû jî rave dikir.
Tevî ku di şer de û nexasim di dagirkeriya DAIŞ´ê de kitêbxaneyê gelek kitêbên xwe ji dest dan jî, dîsa deriyê xwe li li her kesî û li her berhemê vekiriye.
ANHA/REQA