MED-DER’ê bi merasîmekê belgeyên kesên ku tevlî perwerdehiya zimên bûn, dan wan. Di merasîma belgedayînê de hat gotin, heta zimanê Kurdî nebe zimanê perwerdehiyê, dê têkoşîna wan a di vî warî de dewam bike.
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê yên Mezopotamyayê (MED-DER, di çarçoveya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de li avahiya xwe ya Semta Gazîler a Amedê şahiyek li dar xist. Di bernameyê de belgeyên şagirtên di perwerdehiyê de serketî, hatin dayîn û stran hatin gotin. Bername, bi coş û tevlibûneke mezin hat lidarxistin. Namzetên Partiya Çepên Kesk ên Amedê Azad Bariş û Mehmet Emîn Aktar, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Amedê, Înstîtuya Kurdî ya Amedê, Odeya Bijîşkên Amedê û gelek kes tev li bernameyê bûn.
Ewilî Rêveberê MED-DER’ê Rifat Ronî axivî û destnîşan kir ku ev sed sal e komara Tirkiyeyê hatiye avakirin lê ti saziyên zimanê kurdî nehatine avakirin: “Em ê xewn û xeyalên Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî û avakarê alfabeya zimanê kurdî Mîr Celadet Alî Bedirxan pêk bînin.”
Pişt re Hevseroka MED-DER’ê Şukran Yakût axivî û da zanîn ku pêwîst e li her derî bi Kurdî bê axaftin. Yakût diyar kir ku heta zimanê wan nebe zimanê perwerdehiyê, tekoşîna wan a di vî warî de dê dewam bike.
MA/AMED