Weşanxaneya Lîsê romaneke nû ya bi navê “Şadar” çap kir. Şador romana dawî ya nivîskar Dilawer Zeraq e. Romana Şador 150 rûpel e.
Dilawer Zeraq herî dawî pirtûka bi navê “Rengê Hebûnê” ya wêje-rexneyî nivîsandibû. Her wiha pirtûkên wî yên bi navê “Bêhna Dara Sincê”, “Rengê Xwebûnê”, “Kakil”, “Bişîrîna Şermînî”, “Çilkên Pênûsê”, “Nexşên li Giyan” û “Şevên Winda Wêneyên Meçhûl” jî hene.
Dilawer Zeraq di hevpeyvîna xwe ya bi Wesîle Torî re, ku di malpera bîanetkurdî de hatiye weşandin navê “Şador” wiha rave dike; “Ji bilî wan kesan ku heta salên 1990’î li Farqînê li jiyanê xweş bûn. Şador, navê yek ji wan avên mezin e li Farqînê. Avên din, yek jê her kes pê dizane, strana wê jî heye, wekî nav; Kaniya Mezin e û ava din jî Kanîya Navîn e. Digel vê yekê, Şador, navê aşekî û navê texmeke (semt) li Farqînê ye ku li dora keleh û birca Zembîlfiroşê digere. Û ya herî hîmî û girîng; Şador, bîreke neteweyî, çandî û dîrokî ya Farqînê ye.”
Çîroka Besna û Rizgan
Her wiha Weşanxaneya Lîsê jî romana “Şador” ya Dilawer Zeraq bi vî awayî dide nasîn;
“Şador, hezkirinê dixe navenda vegotina xwe û me bi pirhêlîbûna wê dihisîne. Dilawer Zeraq, bi her hevoka xwe ve, vegotinê li ser hêz û rengînîya zimên ava dike û bala me dibe ser taybetiya qalibnegir ya hezkirinê; û têgihana me ya li ser hezkirinê ku li ser yekrengîyê ava bûye, dişikêne.
Em di hevpêwendîya her du karakterên Şadorê, Besna û Rizgan de, çîroka hezkirinekê dixwînin ku dixwaze ji xwe rabihure.”
NAVENDA NÛÇEYAN