Saadet Akin straneke nû çêkir

În 1 Kanûn 2023 - 00:25

Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger ku ji aliyê girtiyên siyasî ve di 27’ê Mijdarê de bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” li girtîgehan hatibû destpêkirin, di roja 4’an de berdewam dike. Di greva ku ji 104 girtîgehan gelek girtî bi dorêveger tevlî dibin, girtî bi rêya malbat û parêzerên xwe peyamên xwe radigihînin. Saadet Akîn û Zelal Bîlgîn li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê dest bi greva birçîbûnê ya 10 rojan kirin.

Saadet Akin a ku 9 sal e di girtîgehê de ye û 8'ê Mijdara 2018'an de tevlî greva birçîbûnê ku li girtîgehê ji aliyê Leyla Guven ve hat destpêkirin jî bibû û di heman demê de ji bo Jîna Amînî ku ji aliyê rejîma Îranê ve hat qetilkirin strana "Jîna" jî derxist, di hevdîtina ku bi telefonê bi malbata xwe re kir de bi straneke nû ku çêkiriye banga berxwedanê li gel kir. 

Saadet a ku 2015'an de li Sûra Amedê de hat girtin û birin Girtîgeha Jinan a Amedê, piştî ku 2 salan li wê ma sirgûnî Girtîgeha Jinan a Tersûsê ya Mêrsînê hat kirin. Saadet piştî ku du salan jî li Girtîgeha Tarsûsê ma sirgûnî Girtîgeha Jinan a Sîncanê hat kirin. Saadet 5 sal e li girtîgeha Sîncanê girtî ye

JINNEWS/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.