Rûyê Başûr ê Cenga Heftanînê

Pêncşem 20 Tebax 2020 - 15:45

  • Ehmed Xelat li Zaxo bi qîrîna dayikek bi êş, hesreta azadiyê hate dinê.

LALEŞ RÊNAS
ANF/BEHDÎNAN

Yek ji gerîlayê ji Başûrê Kurdistanê Egîd Çiya yê HPG'ê ku di Cenga Heftanînê de dema ku li dijî dagirkeran şer dikir şehîd bûyî, got, "Xwediyê esil ê Heftanînê em in. Ev çiya yên gelê Kurdistanê ne."
Her kes herî pir bala xwe dide ser çav û awiran. Dema ku min nû wêneyê wî dîtî û guhê dilê min gotin bihistîn, min got, "Ev, rûyê rastî yê gelê Başûr e, rastiya rûyê wê ye, rûyê wê yê veşartî ye." Ji ber ku gerîla Egîd Çiya bû rûyê rastî yê Başûr di Cenga Heftanînê de. Bi wan gotinên xwe gotibû ev berxwedan wê bi roleke çawa rabe, wê gelê Başûr û xaka Başûr jî bibe hedef.
Ehmed Xelat li Zaxo bi qîrîna dayikek bi êş, hesreta azadiyê hate dinê.  Hê di ciwaniya xwe de hîn bûye ku rêya li ber me hatiye danîne ne rêya rast e, ev bihistiye, hîs kir, pê derxistiye û dîtiye. Ji bo berê xwe bide meşa azadiyê, çûbû xwe kiribû namzet. Xaka ku wê pêşî gav lê biavête û heta hetayê gav lê biavête bûbû Heftanîn. Egîd Çiya ku li Zaxoyê jidayik bûyî, li Zaxoyê mezin bûyî, 23'yê Tebaxa 2019'an wan rojên pêşî ku Cenga Heftanînê dest pê kirî, bi artêşa Tirk a dagirker re hate pêşberî hev. Ev ne cara pêşî bû li hev rast dihatin û ne jî wê cara dawîn bûya. Ew êdî ji Egîd Çiyabûnê û Ehmed Xelatbûnê derketibû bûbû rûyê Başûrê Kurdistanê yê ku bi salan êş dikişand û niha jî bawerî pê dianî ku dema tolhildanê ye…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.