Rûsya ji mû ve berê xwe daye mîrasa ji Sovyetan mayî ya projeyên fezayê û biryar daye ji nû ve biçe ser heyvê. 

Piştî 45 salan, mekîneya bi navê Luna 25 a Rûsyayê wê Cotmeha li pêşiya me biçe heyvê, heger serketî be proje. Armanca vê çûnê jî gerîna li avê ye. Zanyarên Rûs dixwazin pê zanibin ka di binê erda heyvê de qeşaya daimî heye yan na. Bi gotineke zelaltir, ew ê li avê bigerin. Şêwirmendê zanistî yê Înstîtuya Lêkolîna Fezayê ya Rûs Lev Zelenyî dibêje, "Heyv navenda bernameya me ya ji bo deh salên li pêşiya me ye." 

Proje bi vê naqede, Luna 26 jî wê 2023 yan jî 2024'an biçe heyvê. Wekî din peyk wê li dor heyvê bên bicihkirin. Ew ê li anormaliyên hêza kêsanê ya erda heyvê lêbikolin, û wêneyan bigirin ji bo tesbîtkirina cihên xwe danînê yên baş. 

NAVENDA NÛÇEYAN