Rustem, Azad û Warger şehîd bûn
Şemî 16 Cotmeh 2021 - 01:52
- Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên Îlonê di bombardûmana dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên Îlonê di bombardûmana dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, eşkere kir.
HPG’ê got, “20’ê Îlona 2021’ê di bombardûmana dewleta Tirk a dagirker de hevrêyên me Rustem Gabar, Azad Gabar û Warger Hêvî şehîd bûn.”
Li ser şehîd Rustem Gabar HPG´ê got, “Hevrêyê me Rustem Gabar li Mersînê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Malbata wî bi eslê xwe ji gundê Kerxurê yê navçeya Basayê ya Şirnexê ye. Ew bi hesreteke mezin a li welatê xwe mezin bû. Ev hesreta xwe bi tevlîbûna li nava refên gerîla pêk anî. Demekê bi şehîdê mezin ê partiya me hevrê Qasim Engîn re ma, dersên destpêkê yên şoreşgerî ji wî wergirtin. Li Xakurkê, Qendîlê û Behdînanê li gelek qadan kar kir. Hevrêyê me Rustem gelek karên stratejîk ên partiya me bi ked û hewldaneke mezin pêk anîn.”
Ji bo şehîd Azad Gabar jî HPG´ê got, “Hevrêyê ma Azad Gabar li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê li gundê Dîlanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Weke Toriyekî bi nirxên civakî yên gelê Kurdistanê mezin bû. Piştî ku li çiyê rastiya jiyana komunal nas kir û hevrêtiya ku xwe ji hev feda dike dît, bi xurtî xwe li vê jiyana azad girt. Gelekî kete bin bandora îdeolojiya Apoyî ya ku mirovan têgihiştî dike, ruhê mirovan bi bask dike, zimanê mirovan bedew dike. Bi cidiyeteke mezin nêzî her kêliyê bû. Li gelek herêmên Kurdistanê bi eşq, daxwazeke mezin gerîlatî kir û tevlî çalakiyên bi bandor bû ku di wan de derbên giran li dagirkeran hatin xistin. Hevrêyê me Azad ku bi wêrekiya xwe pêşengî ji çalakiyên leşkerî re dikir.“
HPG´ê ji bo şehîd Warger Hêvî got, “Hevrêyê me Warger weke Toriyekî li nava malbateke welatparêz mezin bû. Hevrêyê me Warger ku bi eslê xwe ji Kerboranê ye li Hezexê mezin bû. Bi bibîranîna apê xwe yê şehîd, di nava atmosfera civakî ya Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê mezin bû. Sala 2015’an hevrêyê me Warger jî hîn di rojên destpêkê de tevlî Berxwedana Xwerêveberiyê ya Hezexê bû, têkoşîn li vê derê baştir nas kir, ked da û bi wêrekiyeke mezin şer kir. Yek ji milîtanên pêşeng ê vê berxwedanê hevrêyê me Warger bû. Piştre bi rengekî serketî vekişiya û xwe gihand çiyayê Gabarê. Wî demekê li Gabarê gerîlatî kir, çû Herêmên Parastinê yên Medyayê. Li akademiyên leşkerî tecrûbeya xwe ya li berxwedana xwerêveberiyê parve kir, ji taktîka serdema nû û îdeolojiya PKK’ê dersên girîng wergirt, weke fermandarekî bi wezîfeyên nû rabû.”
HPG´ê herî dawî got, “Em sersaxiyê ji malbatên welatparêz ên hêja yên hevrêyên me yên şehîd, ji xelkê me yê Şirnex û Mêrdînê re, ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Em soz didin ku em ê tola şehîdên xwe yên leheng hilînin û armancên wan teqez bi ser bixin.”
Nasnameya şehîdên 20´ê Îlona 2021´ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê di bombebaranê de şehîd bûn li jêr e:
- Rustem Gabar (Devran Kaya) ê li Mersînê ji dayik bûye, kurê Gullu û Îbrahîm
- Azad Gabar (Abdullah Baran) ê li Kerboranê ji dayik bûye, kurê Fatma û Mehdî
- Warger Hêvî (Emîn Demîr) ê li Mêrdînê ji dayik bûye, kurê Şahiye û Nezîr
BEHDÎNAN