Rûreşî ji PDK'ê re ma

În 7 Gulan 2021 - 06:22

  • Dadgeha Temyîzê biryara cezakirina rojnamevan û çalakgerên Behdînanê ya Dadgeha Ceza ya Hewlêrê erê kir. Dadgehê xwe li binpêkirina hiqûqê, girtina îfadeyên bi êşkencê kerr û kor kir û got, cezayê hatiye birrîn guncaw e. 

Dadgeha Temîzê ya Herêma Kurdistanê, cezayê rojnamevan û aktîvîstên Behdînanê di salvegera qetilkirina rojnamevan Serdeşt Osman de erê kir. 

Ev demek e ku rêxistinên civaka sivîl û parastina rojnamevanan ên neteweyî û navneteweyî rexneyan li hikûmeta Herêma Kurdistanê û nexasim jî li rayedarên PDK'ê dikirin ji ber neheqiyên li rojnamevanan û çalakgerên devera Behdînanê tên kirin. 
Ji girtiyên rojnamevan û çalakger ên Behdînanê li Guhdar Zêbarî, Harîwan Îsa, Şivan Seîd, Şêrwan Şêrwanî û Eyaz Kerîm her yekî 6 sal cezayê hepsê hatibû birrîn. Dadgeha Ceza ya Hewlêrê 16’ê Sibata 2021'ê ev biryar dabû. Hingê jî rojnamevan û çalakgeran di îfadeyên xwe yên li dadgehê de got, êşkence li wan hatiye kirin û ji bo neweyiyên dixin stûyê wan qebûl bikin jî gef li wan û maliyên wan hatine xwarin. 

Lê dadgehê guh neda van îfadeyan û protestoyên civaka sivîl. Wê biryara cezakirina rojnamevan û çalakgeran da. Parêzerên hukimxwaran doz bir Dadgehê Temyîzê ya Başûrê Kurdistanê. Dadgeha temyîzê jî doh, di roja salvegera 11'an a qetilkirina rojnamevan Serdeşt Osman (6'ê Gulana 2010'an) de biryara xwe eşkere kir û biryara Dadgeha Ceza ya Hewlêrê erê kir.  

Eyb veguherî rûreşiyeke hevpar

Biryara Dadgeha Ceza ya Hewlêrê tevî êşkenceya eşkere, binpêkirina mafê rojnamevan û çalakgeran ên hiqûqî jî hatibû dayîn; bi vî rengê xwe ew eybek bû ji dadgehê re. Lê ji ber ku beriya dadgeh biryarê bide, serokwezîrê herêmê Mesrûr Barzanî biryar dabû, biryar beriya dadgehê jî ji ragihandinê re eşkere kiribû, ev yek veguherîbû rûreşiyekê. Rûreşiyeke hevpar a Dadgeha Ceza ya Hewlêrê, hêzên asayîşê yên ser bi PDK'ê yên êşkenceker, PDK û nexasim jî Mesrûr Barzanî. 

Dadgeha Mesrûr Barzanî

Tevî vê rûreşiyê, tevî binpêkirina hiqûqê û serweriya wê, Dadgeha Temyîzê ya Herêma Kurdistanê, biryara ku rûreşî bû, erê kir. Bi vî awayî Dadgeha Temyîzê jî bû parçeyek ji vê rûreşiya beramberî miletê Kurd. Li gorî biryara Dadgeha Temyîzê ya Herêma Kurdistanê cezayê hepsê yê li rojnamevan û çalakgerên Behdînanê hatiye birrîn, li gorî qanûnê ye. 
Yanî dadgehê guh neda civaka sivîl û rêxistinên parastina mafan ên neteweyî û navneteweyî û ji gotina Mesrûr Barzanî nehat xwarê. Bi rengekî ji rengan, dadgeh ne weke ya miletê Başûrê Kurdistanê lê weke ya Mesrûr Barzanî tevgeriya.

Îfadeyên bi êşkencê delîl qebûl kirin

Di biryarnameya Dadgeha Temyîzê de, tê gotin, ewan 5 kesan kar ji bo lêdana cihên hestyar ên herêmê û ziyangihandina Herêma Kurdistanê kiriye û li ber dadwerê lêpirsînê îtîraf kiriye ku ji bo vê armancê wan xwestiye komekê ava bikin.
Herwiha di biryarnameyê de tê gotin, ev kesên hatine cezakirin, li gel konsoloxaneyên Emerîka û Elmanyayê civiyane û pere ji wan wergirtine. Li aliyekî îfadeyên di bin êşkencê de hatine qebûlkirin, li aliyê din jî civînên bi hevgirên Başûrê Kurdistanê DYE û Elmanyayê re weke delîlên sûc hatine dîtin.

Êdî ma Nêçîrvan Barzanî

Hiqûqnas Letîf Şêx Mistefa diyar kir ku niha pêkanîn û dewamkirina biryarê li ber destê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ye, û wî bi xwe jî ragihandibû ku ev hukmê hanê ne adil e û bandoreke xerab li ser Herêma Kurdistanê dike. Li gorî desthilata xwe û qanûna serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ji rojnamevan û çalakgeran re dikare efûyeke taybet derxe.

HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.