Rûmetşikandin qebûl nekir kirin hicreyê

Sêşem 19 Adar 2024 - 00:56

Girtiyê nexweş Îsmaîl Tuzun ku ev 20 sal in girtî ye, 8’ê adarê de ji Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçuler a Edeneyê sirgunî Girtîgeha Ewlehiya Jidiyayî a Kirşehîrê kirin.Dema sirgûnkirinê li ser girtî ferz kirin ku xwe tazî bike da ku ser seh bikin û her wiha lê ferz kirin û li nav devê wî bigerin. 

Tuzun yê ku ev nêzîkatiya rûmetşikîn qebûl nekirin qerdiyanan derb lê dan û ew kirin hicreya yek kesî.Tuzun tevî nexweşiyên xwe yên giran ev 10 roj in di hucreyê de tê ragirtin. Tuzun ê di lîsteya “girtiyên nexweş” a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire, rewşa xwe bi malbata xwe re parve kir.

Malbata Tuzun ê nexweşiyên wî yên weke fitiqa stû û piştê, şekirê, hilberîna tumora mîde û ruviyan hene, banga hestiyariyê li raya giştî kir.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.