Rûmeta me dişikînin

Duşem 15 Mijdar 2021 - 23:28

  • Li ser sînorê Lehistanê, penaberên Kurd ên li Belarûsê bi helwêsteke ne insanî re rûbirû ne.

Li ser sînorê Lehistanê, penaberên Kurd ên li Belarûsê bi helwêsteke ne insanî re rûbirû ne. Li aliyê din ji ber rêveberiya xirab a li Başûrê Kurdistanê ew naxwazin vegerin Başûrê Kurdistanê jî. 

Penaberên ku ji Başûr reviyane, serê pêşî eşkere dikin ku desthilata heyî "hêviya" wan nehiştiye. Hinekan ji wan gava li paytexta Belarûsê bûn ji xwe re konek kirîne û di sermaya nêzî sifirê yan jî di bin sifirê de li ser sînor li daristanê hewl didin di wan de bisitirin. Heta niha tevî ku hejmara iseh nediyar e jî bêhtirî 10 penaberan ji serma û birçîna mirine. 

Şivan ji bajarê Soranê ye, ew ji saziyeke çapemeniyê re dipeyive û dibêje, “Ez nizanim ka çi qasî din em dikarin vê bikin. Ji ber ku ev bi rastî jî rûmeta mirovî dişikîne. Em her ji efserên Lehî re dibêjin, nanê me nema, ava me nema, lê hîç ne xema wan e. Ew li me dinihêrin, weke ku em hin heywanên har bin.” 

Lê Lehî ne ku tenê wiha li wan dinihêrin. Nûçeyeke doh berê sibehê belav bû, nîşan da ku ew wisa jî miamele bi penaberên Kurd re dikin. Jineke bi zarok a ku hewl dida ji sînor bibihure doh berê sibehê hat astengkirin. Di wê rewşê de zaroka wê ji ber çû. Ev jina hanê birin nexweşxaneyê û tehlûke heye ku canê xwe ji dest bide. Rayedarên Lehî hevjînê wê û zarokên wê dersînorî Belarûsê kirin û dora nexweşxaneya lê tê girtin jî bi polêsên sînor girtin.

Li Kurdistanê ne mumkin e

Nexasim gendelî û encamên wê yên civakî û aborî tesîreke mezin li xelkê dikin û dikin ku hêviya wan nemîne di warê jiyaneke azad û xweş a li Başûrê Kurdistanê de. Ji ber wê, gava penaberên li ser sînor kamerayan dibînin, yan jî bi xwe dîmenan digirin û digihînin çapemeniyê, bi yekdengî dibêjin, "Ne mumikin e li [Başûrê] Kurdistanê jiyaneke me ya baş hebe."  

Ji ber wê wan bi hezaran dolar dane şebekeyên ku ew heta bi Belarûsê birine. Yek ji wan penaberan jî Dilsoz e. Wê pere ji malbata xwe û malbata hevjînê xwe deyn kirine û heta bi vir 7 hezar dolar dane. Ew dibêje, "Min xwest vê rîskê deynim ber xwe li şûna ku li malê bimînim û hêviya xwe ya jiyanê ji dest bidim."

Hikûmeta Belarûsê û ya Lehistanê jî weke ku penaber ne mirov bin li wan dinihêrin. Yek jê wan bi kar tîne ji bo ku zorê li Lehistan û Yekîtiya Ewrûpayê bike, ya din jî bi girtina hişk a sînorê xwe nijadperestiya xwe ji hilbijêrên xwe yên nijadperest re îsbat dike. 

Kampanyaya alîkariyê

Sazî û rêxistinên Kurdan jî heta niha pasîf in, hem di warê alîkariyê de û hem jî di warê piştgiriyê de. Heyeteke KNK´ê niha li Lehistanê ye û hevdîtinan ji bo başiya penaberan dike. 

HSK´ê (Heyva Sora Kurdistanê) doh bi daxuyaniyekê da zanîn ku wê kampanyaya alîkariyê ji bo koçberên li ser sînorê Lehistan û Belarûsê daye destpêkirin. Wê got, "Amadekariyên ji bo alîkarî gihandina koçberan dewam dike û di demeke kin de wê alîkarî were şandin." HSK´ê wiha bang li Kurdên li Ewrûpayê kir: "Em bang li hemû xêrxwazan dikin da ku destê alîkariyê dirêjî van koçberan bikin û alîkariyên xwe bilez, bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê ji van re bişînin.”

Alîkarî di ser hesabên li jêr ên HSK´ê re dikare bê kirin. Kesê dixwaze alîkariyê bike, divê li ser belgeya xwe ya şandina pereyan binivîse "Kocber / Belarûs – Polonya"

Hesabên bankeyan

Elmanya
Heyva Sor a Kurdistanê e. V.
Wilhelmstr. 12
53840 Troisdorf
Kreissparkasse Köln
IBAN: DE49 3705 0299 0004 0104 81
BIC/SWIFT: COKSDE33XXX

Holanda 
www.paypal.me/heyvasorNL
 
Fransa
Association Humanitaire Soleil Rouge – RojaSor
CIC TROYES HOTEL DE VILLE
IBAN: FR7630087335000002074770150
BIC/ SWIFT:  CMCIFRPP
 
Swîsre
Kurdistan Rote Halbmond Schweiz (Croissant Rouge Kurdistan Suisse)
Passage de Montriond 3-5 1006 Lausanne
Banque CantonaleVaudoise (Kantonalbank)
IBAN: CH62 0076 7000 L543 3416 5
BIC/SWIFT: BCVLCH2LXXX

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.