Rûmeta Kurdî li cem Hewlêrê nîne!

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 28 Sibat 2023 - 02:52

Pisporên zimanê Kurdî dibêjin, zimanên dagirkeran dor li zimanê Kurdî girtiye. Ew her wiha dibêjin, desthilata Hewlêrê jî rûmeta zimanê Kurdî neparastiye. Pisporan da zanîn, tişta karesat ew e ku mamoste, pisporên zimanê Kurdî û dîroknas zarokên xwe dixin ber xwendina zimanê Tirkî, Fransî û Inglîzî.

Mamostayê Zimanê Kurdî li Zanîngeha Silêmaniyê Dr. Hogir Mehmûd dide zanîn ku hikûmeta Hewlêrê li beramberî zimanê Kurdî xemsar e û dibêje, “Ji ber vê xemsariyê wezîrên hikûmetê jî xemsar nêzî zimanê Kurdî dibin. Piştî bi sedan salan ji komkujiyê hîna jî li Herêma Kurdistanê rê tê dayîn bi dehan dibistanên bi zimanên biyanî werin vekirin.”

Dr. Hogir Mehmûd xemsariya parlamena Herêma Kurdistanê ya li beramberî zimanê Kurdî jî bi bîr dixe û dibêje: “Parlamenê di projeyasaya ziman de ne serketî ye û nekariye deng li ser bide. Di dema beriya niha de parlamenterekî îmze komkiribûn ji bo zimanê xwendinê bibe bi Inglîzî. Heger mirov li tablo û navên dikan û şirketan binihêre, tê dîtin ku zimanê Kurdî ne tenê di metirsiyê de ye, di heman demê de ber bi tinebûnê ve diçe.”

Dr. Keywan Azad

Dagirkeran dor li Kurdî girtiye

Derbarê metirsiyên li ser zimanê Kurdî de jî Dr. Hogir Mehmûd dibêje, “Heger zimanê Inglîzî gefê li ser zimanên din dike, va ye gelek zimanên dagirkeran dor li Kurdistan û zimanê Kurdî girtiye. Desthilata Herêmê jî bergiriyê li zimanê Kurdî nake.”

Di nava çend salên bihurî de li Herêma Kurdistanê bi sedan dibistan û zanîngehên biyanî hatine vekirin. Bi hezaran xwendekar di van dibistanan de bêyî ku zimanê Kurdî bi kar bînin, bi zimanên biyanî dixwînin. Li gorî gotina pisporên zimanê Kurdî vê rewşê jî metirsiyeke mezin li ser zimanê Kurdî çêkiriye.

 

Derfet jî hene lê nakin

Dîroknas û Mamosteyê Zanîngehê Dr. Keywan Azad jî têkildarî metirsiya li ser zimanê Kurdî dibêje, “Mixabin li welatê me kesên sermayedar, mamosteyên zanîngehê, dadwer, berpirs û çîna rewşenbîr zarokên xwe li dibistanên Inglîzî, Fransî û Tirkî didin xwendin. Heta di nava malên wan de jî danûstandin û nêzîkatî wek ya Tirkan lêhatine. Ev jî di demekê de ye, zimanê Tirkî zerareke mezin bi ziman, wêje û çanda Kurdan gihandiye. Li parçeyên din ên Kurdistanê dagirker rê nadin Kurd bi zimanê Kurdî bixwînin. Lê li Başûrê Kurdistanê derfet hene em bi zimanê xwe bixwînin, çima zarokên xwe dixin ber xwendina zimanên biyanî.”

Dr. Keywan Azad rexne li mamoste, pisporên ziman û dîroknasan digire û dibêje, “Rast e, hikûmeta Herêmê xemsar e, diviyabû zêdetir giringî bi xwendina Kurdî bidaya. Lê ya karesat ew e ku mamoste, pisporên zimanê Kurdî û dîroknas zarokên xwe dixin ber xwendina bi Tirkî, Fransî û Inglîzî de.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.