- Birayê Kalo Mehmet Nûrî Yakût: Her tim digot, ‘heta Kurdistan ava nebe, ez ê dest ji têkoşîna xwe bernedim’. Di demên dawî de êdî ji lingan jî ketibû lê belê tenê ji bo ku xebatkarên çapemeniyê bibîne derdiket diçû cem wan.
EYLEM AKDAG/MAHMUT ALTINTAŞ / MA/AMED
Yek ji “Generalên Piçûk” ên Apê Mûsa, Kalo (Yilmaz Yakût) ji ber nexweşiya penceşêrê 16’ê Çile koça dawî kir. Kalo, wan salên ku belavkirina rojnameya Ozgur Gundemê û Azadiya Welat qedexe bû û her roj însan li naverasta kuçe û cadeyan dihat qetilkirin, bêtirs ev rojname belav dikirin û rastî digihandin xwîneran. Ji zextên herî tund ên dewletê para xwe girt û bi sedan caran, hat binçavkirin û gelek caran bi êrişan re rûbirû ma. Kalo hêj zarok bû, dest bi belavkirina rojnameyan kiribû û heta kêliya dawî ya jiyana xwe jî paş ve gav neavêt. Hevalên Kalo yên xebatê û birayê wî behsa wî kirin.
Abdulselam Bayram di salên 2000’î de bi Kalo re dixebitî. Ew dibêje, Kalo belavkarekî mînak bû û ruhê wî yê têkoşînê û berxwedêriya wî her tim li pêş bûn. Bayram tîne ziman ku Kalo ti demê neditirsiya: “Dihat binçavkirin, dîtira rojê me lê dinêrî ku va Kalo dîsa rojnameyan belav dike. Di wê serdemê me de jî zext hebûn, lê ne bi qasî zext û tundiya salên 90’î bû. Her roj polîsan rêya me dibirrî û rojnameyên me desteser dikirin. Lê belê belavkarên beriya me, zemînek pirr baş amade kiribûn.”
Bayram dide zanîn ku ew û Kalo, ji dûr ve dibin xizmên hev û dema wî dest bi belavkariyê kiriye, Kalo belavkarekî bi salan bû. Bayram wiha behsa roja xwe ya ewilî a xebata bi Kalo re dike: “Ez dabûm cem wî. Ez sê rojan pê re derketim belavkariyê. Me li Baxlerê belavkarî dikir. Ez nikarim wan sê rojan bînim ziman, rojên gelek xweş bûn. Rojekê çend rojname di destên min de mabûn, ez hatim buroyê. Kalo li min nihêrî û keniya û got, ‘tu nikarî wisa belavkariyê bikî’. Wî rojname zêde jî dixwestin û di kuçe û cadeyan de li xelkê belav dikir. Mirovek gelek jîr bû, jêhatî bû û kedkarek hêja bû. Wî her tim ji me zêdetir rojname belav dikir. Her roj wî herî kêm 350 rojname belav dikir. Terz û bizava wî nayê jibîrkirin. Wan rojên me yên xweş qet ji bîra min naçin.”
Hîletê wî ji karê nîvco diçû
Zafer Tuzun ê ku bi Kalo re xebitiye jî bi bîr xist ku wî sala 1993’yan Kalo nas kiriye û nêzî du salan ew bi hev re xebitîne. Tuzun destnîşan kir ku Kalo dilê kesî nedihişt û got, “Sohbeta wî pirr xweş bû. Dilê kesî nedihişt. Her tim mezin radibû û rûdinişt. Di wan salên dijwar de êrişên dijwar dihatin kirin û em ji ber van êrişan, bi hişmend bûn. Carekê li Cadeya Mêrgehmeda Sûrê, bi kêran êrişî Kalo kiribûn. Em çûn me ew rakir nexweşxaneyê û dîtira rojê me lê mêze kir, va Kalo dîsa hatiye belavkariyê. Qet hez nedikir ku karê wî nîvco bimîne.”
Rojnameyên di bin dendikan de
Tuzun dibêje belavkarî di ruhê Kalo de bûbû rik: “Kalo her tim digot, ‘heta ez bimirim jî ez ê belavkariyê bikim’. Heta ku ji destê wî hat jî ev kir.
Dixwest rojnameyan bêhtir bigihijîne xelkê. Dixwest bêhtir kes hişmend bibin. Berê şekir û dendik difirotin. Rojname jî dixistin nava wan û di bin dendikan de wisa belav dikirin. Ev rêbaz wî bi pêş xist. Li navçeya Sûrê û Baxlerê kesên ku ew nas nedikirin, nebûn. Her kes xwedî lê derdiket. Çapemeniya azad dê wê têkoşîna wî bidomîne.”
Êrişan ew bêzar nekir
Birayê Kalo, Mehmet Nûrî Yakût jî dibêje, wefata Kalo ew gelekî xemgîn kirine û birayekî wî yê din jî dema piçûk bûye, belavkarî kiriye. Mehmet Nûrî Yakût bi xemgînî behsa kekê xwe Kalo dike: “Kekê min Yilmaz û kekê min ê herî mezin, sala 1989’an dest bi belavkariyê kirin. Ewilî bi awayê aborî dest bi belavkariyê kirin. Lê belê pişt re, her du kekên min jî rastî êrişa polêsan hatin û têkoşîn nas kirin. Kela ruhê wan ê şoreşgerî rabû û vê carê ne ji bo pera, ji bo rojnameyê jî bigihînin xelkê xebitîn. Kekê min Yilmaz bêhejmar caran kirin nezaretê. Her sibeha ku ji malê derdiketin ji dayika min re digotin, belkî em îro venegerin malê. Dayika min jî li pey wan av direşand û ew bi oxir dikirin. Heta îro gelek caran bi êrişan re rûbirû ma. Lê belê ti tiştî ew bêzar nekir. Yilmaz bêwestan, bêtirs rêya xwe dewam kir.”
‘Heta avakirina Kurdistanê’
Mehmet Nûrî Yakût dide zanîn ku kekê wî Yilmaz tevahiya rojnameyên ji kevneşopiya çapemeniya azad, belav kirine û dibêje, “Her tim digot, ‘heta Kurdistan ava nebe, ez ê dest ji têkoşîna xwe bernedim’. Di demên dawî de êdî ji lingan jî ketibû lê belê tenê ji bo ku xebatkarên çapemeniyê bibîne derdiket diçû cem wan. Me digot, tu nexweş î, neçe. Lê nedixwest hevalên wî tenê bimînin û dixwest her tim li cem wan be.”