Ruh û enerjiya di dîzikan de

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 7 Hezîran 2023 - 04:37

Dîzikên porselen ên Jackson Shaner behsa ruhên ku dixwazin derkevin derve dikin. Ew rûyên ku bi qêrîn dixwazin ji dîzikan birevin teswîr dike, rûyên ku dixwazin dîzikan bişkînin. Dîzikên wê yên porselen her çiqasî mirov bitirsînin jî, mirov meraq dike û dixwaze fam bike di hundirê van dîzikan de çi heye û çima bi vî awayî tên xuyakirin.

Porselen ku malzemeyekî hişk e, di destê Jackson Shanerî de divezele. Ew dirûvên tirsnak çêdike li ser van dîzikan. Ji xwe dema ew behsa îlhama hunerê xwe dike dibêje ku ji fantazî û tiştên tirsnak sûd werdigire. Her wiha ji peykerên klasîk û seramîkên nûjen jî hez dike û ew jî kela canê wî rakirine da ku bi vî hunerî dakeve. Shaner dibêje; “Ji bo sînorên hestan nîşan bidim ez van dîzikan çêdikim. Ez hestan li hev kom dikim û di zikê van dîzikan de dihêlim. Xebatên min behsa sînor, berxwedan û somatîzasyonê dikin. Yanî rewşeke psikiyatrîk jî dihewînin. Hestên mirovan çawa dikarin mirov aciz bikin û mirov li hevdu bijidînin. Dîzikên min behsa tiştê bi vî awayî dikin.”

Jackson Shaner dide zanîn ku xebatên wê hem bi hêz in û hem jî ligel ku tirsnak in dîsa jî aramiyê pê re çêdikin. Ew dibêje her çiqas ez van dîzikan bi serê xwe çêdikim û şiroveyên xwe li wan zêde dikim jî, kesên ku li wan dinihêrin ango bîner jî parçeyekî karên wê ne. Shaner got; “Ji ber bîner enerjî û maneyeke nû li xebatên min bar dikin ez ji şiroveyên wan gelekî hez dikim û her wiha pirr kêfxweş dibim dema ku dîzikên min bîneran didin fikirandin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.