Ji ber ku rojnamevanê Kurd Abdurrahman Gok bi îdîayên pûç ên weke endametiya rêxistinê tê dadgehkirin, Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) daxuyaniyek da. RSF´ê got, "Em ji ber taqîba edlî ya bê bingeh a nûçegihanê wêneyan Abdurrahman Gok endîşe dikin, ew bi tohmetên "endametiya rêxistina terorîst" û "propagandaya terorê" tê dadgehkirin. RSF a navneteweyî, dixwaze ku ev tohmet bên betalkirin. RSF bawer dike ku rojnamevan Abdurrahman Gok bûye armanca vê taqîba edlî ji ber ku wî wêneyên qetilkirina ciwanê bi navê Kemal Kurkut li Amedê di dema pîrozbahiyên Newroza 2017´an de girtibûn. Doza wî wê 3´yê Hezîranê dewam bike."

PARÎS