Rozeta PKK´ê ne sûc e

Pêncşem 6 Tebax 2020 - 16:23

  • Siyasetvanê Partiya Çep Heinz-Peter Schwertge yê ku ji ber rozeta alaya PKK’ê doz lê hatibû vekirin, beraat kir.

Rozeta PKK´ê ne sûc e

Siyasetvanê Partiya Çep Heinz-Peter Schwertge yê ku ji ber rozeta alaya PKK’ê doz lê hatibû vekirin, beraat kir.
Sibata 2019’an ji bajarê Mannheimê yê li Elmanyayê ber bi bajarê Strasbourg yê li Fransayê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger meşeke dirêj hatibû lidarxistin. Ev meş ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatibû destpêkirin.
Endamê Partiya Çep ê Meclîsa Eyaleta Baden-Wurtenbergê Heinz-Peter Schwertge jî tevlî vê meşê bûbû. Ji ber rozetê, polîsên Elman Schwerge ew kiribûn hedef. Dozgeriyê bi hinceta propagandaya PKK’ê kiriye xwest 2400 euro cezayê pere li Schwerge were birîn yan jî 60 rojan têkeve hepsê.
Di rûniştina dozê de Heinz-Peter Schwertge got ji bo piştgiriya gelê Rojavali dijî dagirkeriya dewleta, wî rozeta PKK’ê bi xwe ve kiriye. Heyeta dadgehê diyar kir ku li holê sûc tine û biryara beraetê da.
Parlementera Partiya Çep Gokay Akbûlût li pêşiya dadgehê got, divê siyaseta krîmînalîzekirina Kurdan bi dawî bibe. KARLSRUHE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.