Qedexeya PKK'ê rakin navbeynkariya aştiyê bikin

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 23 Mijdar 2022 - 04:55

Rêxistina civaka sivîl a navenda wê li bajarê Elmanyayê Gottingenê, Gesellschaft für bedrohte Völker (GfbV- Civaka ji bo miletên tehlûke li ser wan) careke din ji hikûmeta federal a Elman xwest ku qedexekirina PKK´ê yan li Elmanyayê ya ji sala 1993´yan ve êdî betal bike. Pisporê Rojhilata Navîn ê GfbV´ê Kemal Sîdo got, “Ev qedexe ji mêj kevin bûye. Ew bi kêra dewleta Tirk tê ji bo ku timî êrişan bibe ser deverên şên ên Kurdan ên li Sûrî, Iraqê û li Tirkiyeyê bi xwe jî. Piştgirên rejîma Erdogan li Elmanyayê vê qedexeyê bi xirabî bi kar tînin da ku xwepêşandanên aştiyane yên li dijî siyaseta Erdogan krîmînalîze bikin.” 

Di dewamê de Sîdo got, “Heta ku Komara Federal (a Elmanyayê) vê qedexeyê dewam bike û alîkariya bi sîleh û pereyan, alîkariya siyasî û dîplomatîk bide Tirkiyeyê, ew jî dibe maşika êrişên qirkirinê [yên dewleta Tirk]. Ew di heman demê de alîkariya desthilata Tirk dike ku zilmê muxalifên xwe yên siyasî li derveyî welêt jî bike.” 

Kemal Sîdo got, qedexekirina PKK´ê di heman demê de gelekî zehmet dike ku piştgiriya doza rewa ya Kurdan a ji bo hevmafî û azadiyan ên li welatê wan jî. 

 

Ji bo çareseriya pirsgirkê giring e 

Dr. Kemal Sîdo wekî din got, betalkirina qedexekirina PKK´ê li Elmanyayê wê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd jî bi roleke erênî rabe: “Betalkirina qedexekirina PKK´ê wê bibe gaveke giring ji bo peydakirina çareseriyeke muzakerekirî ya siyasî û aştiyane ji bo pirsgirêka Kurd jî. Hikûmeta federal a Elman lazim bû weke navbeykar be di navbera Kurd û Tirkan de.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.