Dewleta Tirk sûc dike PKK'ê qedexe dikin 

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 28 Mijdar 2022 - 01:44

ERDAL BAZ/HAKAN TÜRKMEN/BERLİN

 

 

Qedexekirina PKK'ê li Elmanyayê kete sala xwe ya 30'î. Bi rasthatina salvegra qedexekirina PKK'ê li paytexta Elmanyayê Berlînê çalakiyeke mezin hat lidarxistin û qedexe protesto kirin. Ji bilî Berlînê li gelek navendên din ên Elmanyayê jî qedexe û êrişên dewleta Tirk ên dagirkirina Rojava hatin rûreşkirin. Li gelek navendên din ên Ewrûpayê jî Kurdan û dostên wan êrişên ji bo dagirkirinê û qirkirinê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin. 

Kurdan û dostên wan li paytexta Elmanyayê Berlînê, ji bo betalkirina qedexekirina PKK'ê li Elmanyayê wiha bang li hikûmeta federal kir: “Em PKK ne, em qedexeyê nas nakin.”

KON-MED, YJK-E, Antifa, Rote Hilfe, Partiya Çep û qederê 50 partî, sazî û dezgehan destek da çalakiya li Berlînê. Xwepêşanderan xwest, qedexekirina PKK'ê bê betalkirin, û dawî li siyaseta krîmînalîzekirina Kurdan bê anîn. Çalakî bi slogana “PKK-Verbot Aufheben! Den weg für Frieden ebnen(Qedexekirina PKK'ê bi dawî bikin, pêşiyê li aştiyê vekin.”

 

Hêrseke mezin li dijî dagirkeriyê

Di meşê de bi ala, flama, dovîz û afîşan qedexekirina PKK'ê hat şermezarkirin. Di dema meşê de sloganên "Bijî PKK”, “Dawiyê li qedexekirina PKK'ê bînin”. Polêsê Elman li ser van sloganan êrişî xwepêşandanê kir, lê xwepêşanderan sloganên xwe dewam kirin. 

Di dema meşê de hêrsa li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk jî hebûn. Êrişên dagirkeran ên bi sîlehên kîmyewî bi berdana duyên rengorengo û bi wêneyên şehîdên bi êrişên sîlehên kîmyewî hat nîşandan. Hêrsa li dijî êrişa li dijî Rojava jî bi sloganên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Erdoganê kujer” hat ziman.

 

Hûn hêzê didin êrişkaran

Hevseroka Fed-Kurdê Nîştiman Tarhan got, “Em li vir in, da ku em bibêjin, em qedexekirina PKK'ê qebûl nakin. PKK gel e û va ye, gel jî li vir e.” Hevserokê Fed-Kurdê Kerem Gok jî got, “Qedexekirina PKK'ê ne qedexekirina partiyekê ye, ew qedexekirina 50 milyon Kurdî ye. Qedexe hêzê dide dewleta Tirk û we jî dike şirîkê sûcên wê. Dewleta Tirk hêza xwe ya bikaranîna sîlehên kîmyewî jî ji vê qedexeyê werdigire.”

 

PKK nasnameya Kurdan e

Hevseroka KON-MED'ê Zubeyde Zumrut jî got, “Nebin şirîkê sûcên dewleta Tirk.''

Hevserokê KON-MED'ê Engin Sever jî got, "PKK nasnameya gelê Kurd e. Ti îrade nikare vê nasnameyê qedexe bike."

Ji parêzerên ku li ser navê PKK'ê ji bo betalkirina qedexekirina PKK'ê miracaetî wezareta karê hundir a Elman kirine, Lukas Theune jî got, “Hikûmeta Elman dibêje, hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin. Lê yê ku hiqûqa navnetweyî binpê dike, dewleta Tirk e, rejîma Erdogan e. Hikûmeta Elman divê helwêsta xwe biguhere, dawiyê li siyaseta krîmînalîzekirinê bîne.''

 

Li Dusseldorf û Freiburgê jî qedexe hat protestokirin

Li bajarê Elmanyayê Dusseldorfê jî Kurd û dostên wan qedexekirina PKK'ê û siyaseta krîmînalîzekirina Kurdan protesto kir. Bi hezaran kes tevlî çalakiyê bûn û sloganên “PKK gel e, gel jî li vir e”, “Bijî Serok Apo”, “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan”, “Elmanya fînanse dike, Erdogan bombe dike” gotin.  Meş bi mîtînga li ber kanalên dewletê yên Elman bi dawî bû. 

Li bajarê Elmanyayê Freiburgê jî bi pêşengiya ciwanan li dijî qedexekirina PKK'ê meşeke protestoyî hate lidarxistin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.