Bi grafîtî li dijî qedexekirina PKK’ê

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 23 Mijdar 2022 - 03:54

HAKAN TURKMEN/BERLÎN

 

Aktîvîst û dosta Kurdan Maria, ji bo ku nerazîbûna xwe ji qedexekirina PKK’ê li Elmanyayê nîşan bide, bi hevalên xwe re grafîtiyek çêkir. Wê bang li xelkê kir da ku tevlî meşa li dijî qedexekirina PKK’ê ya li Berlînê ya 26’ê Mijdarê bibin. 

Mariayê beriya bi çend salan Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kiriye. Ew dibêje, “Li dijî krîmînalîzekirina xebatên me yên siyasî em fikrên xwe bi xêz, nivîs û hunerê xwe îfade dikin.”

Maria dibêje, qedexekirina PKK’ê li Elmanyayê mafê siyaseta çalak a Kurdan li Elmanyayê desteser kiriye. Ew dibêje, têkoşîna azadiyê ya Kurdan ji bo wan “hêvî” ye û wiha dewam dike: “Îdeolojiya azadiya jinê perspektîfeke mezin nîşanî me dide.”

 

Dîwarê Weddingê xemilandin

Bi nêzîkbûna salvegera 29’an a qedexekirina PKK’ê li Elmanyayê wê û hevalên wê grafîtiyek li taxa Wedding a Berlînê çêkiriye û pê re jî dixwazin balê bibin ser qedexeyê û çalakiya li dijî qedexeyê ya 26’ê Mijdarê li Berlînê li dar dikeve: “Em komeke piçûk a hevalan in, me li semta Wedding a Berlînê grafîtiyek çêkir. Zer nûneriya bexteweriyê dike. Çiyayê li piştî û jina li navendê nûneriya ruhê berxwedanê dikin.” Ew dibêje bi slogana “Jin jiyan azadî” jin li refên pêş ên şoreşê cihê xwe digirin. 

Maria bang li xelkê dike da ku 26’ê Mijdarê li dijî qedexekirina PKK’ê li Berlînê dengê xwe bilind bikin. Çalakî wê li Hermannplatz a Neuköllnê saet 11.00’an dest pê bike.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.