Elmanya zilmê li Kurdan dike

Nûçeyên Dîaspora

În 25 Mijdar 2022 - 04:32

HAKAN TURKMEN/BERLİN

 

Michael Kaiser di înîsiyatîfa PKK Verbot Aufheben (Qedexekirina PKK'ê bi dawî bikin) de cihê xwe digire. Înîsiyatîf par li dijî qedexekirina PKK'ê ya li Elmanyayê hatibû avakirin. Michael Kaiser dibêje, “Qedexe ji min salekê mezintir e. Gelekî cihê xemgîniyê ye ku di demeke evqasî dirêj de ti tişt neguherî be.” 

Michael Kaiser dibêje, di 29 salan de rewşa li Kurdistanê û siyaseta PKK'ê gelekî guherî, lê di têkiliyên Elmanyayê bi Tirkiyeyê re ti tişt neguherî û wiha dewam dike: “Maneya qedexekirina 29 salan a PKK'ê ji bo Komara Federal a Elmanyayê ew e ku ev 29 sal in, berjewendiyên aborî-siyasî ji mafên mirovan muhimtir in.”

Michael Kaiser bal bire siyseta zilmê ya Elmanya li Kurdan dike jî û dibêje, “Min bi Şoreşa Rojava re miletê Kurd nas kir.  Min dît ku Kurdên vir di tevahiya çalakiyên xwe yên ji bo mafên xwe de di bin zext û zilmê de ne. Ji ber ku tevlî çalakiyan dibin dikevin ber lêpirsînan. Di encamê de neçar dibin her hefte biçin cem polês îmze bikin û wan li devereke teng asê dikin. Gava ez bi van hisiyam, ez metelmayî mam. Ev li Elmanyayê diqewimîn.”

Wî her wiha bi bîr xist ku piştî qedexeyê di Hezîrana 1994'an de li Hannoverê polêsê Elman Halîm Dener ê 16 salî ji ber ku alaya ERNK'ê (Alaya PKK'ê ya îro) daliqandiye, qetil kiriye û got, “Paşê gelek kesan bedana xwe da ber agir û nerazîbûna xwe bi çalakiyan nîşan da. Ev helwêst berdêla bi hezaran peyvan e.”

 

Piştgirî hewce ye

Michael Kaiser got, haya Elmanan ji vê zilma dewleta Elman a li dijî Kurdan nîne û wiha peyivî: “Haya Elmanan ji vê pirsgirêka ji bo Kurdan heyatî, nîne. Bi çalakiya xwe ya 26'ê Mijdarê ya li Berlînê, em dixwazin balê bibin ser kelevajîbûn û absurdbûna vê qedexeyê. Ji bo ku ev qedexe betal bibe, lazim e em du tiştan bikin: Ya pêşî ew e, divê em bikin ku ev qedexe bikeve ber lêpirsînê; lewma weke ku tabûyek be minaqeşekirina wê jî qedexe ye. Ya diduyê jî ew e ku em kesên li derveyî têkoşînê jî bixin nava wê. Weke miletê Kurd û çepa Elman a têdikoşe, pêdiviya me bi bêhtir piştgiriyê heye.”

 

Em 26'ê Mijdarê bi hev re li Berlînê bin

Michael Kaiser got, heta ku qedexe bê betalkirin, ew ê her li meydanan bin û ev bang kir: “Faşîzm di vê pêvajoyê de êrişî her kesê li derdora xwe dike. Di vê pêvajoyê de têkoşîna bi hev re her roj bêhtir muhim dibe. Dinyayeke em ê bi ser bixin, heye. Em bi hev re dikarin vê bikin.”

Michael Kaiser di dawiyê de xwest her kes 26'ê Mijdarê saet 11'an li Hermannplatz a semta Neukölln a Berlînê, doza betalkirina qedexeya PKK'ê bibe.

 

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.