Romanake Gabo ya veşartî tê çapkirin

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 2 Gulan 2023 - 04:14

Kitêbeke nû ya nivîskar Gabrîel Garcîa Marquez ya ku beriya niha qet nehatiye çapkirin, di sala 2024’an de digihîje ber destê xwîneran. Romana nivîskar ya bi navê “En Agosto Nos Vemos” (Bi hêviya em di Tebaxê de hev du bibînin) ji hêla Penguin Random House ve dê were çapkirin. 

Nivîskar Gabrîel Garcîa Marquez yek ji pêşengên bizava wêjeyî ya bi navê “realîzma efsûnî” ye ku li Emerîkaya Latîn derketibû holê. Marquez di vî warî de gelek roman û çîrok nivîsandin. Her wiha wî sala 1982’yan bi kitêba xwe ya “Cien años de soledad” (Tenêtiya sedsalî) Xelata Nobelê ya Wêjeyê jî wergirtibû. Weşanxaneya Penguin Random House da zanîn ku pirtûkeke nû ya nivîskar a ku veşartî maye jî dê li kitêbên wî zêde bibin û romana wî ya “En Agosto Nos Vemos” ku weke gelaleyekê bermayî maye, dê di sala 2024’an de ji xeynî Meksîkayê li welatên ku li wan bi Spanyolî tê axavtin, were belavkirin.

 

‘Romaneke girîng e û em nikarin veşêrin’

Gabrîel Garcîa Marqez, ku bi bernavkê “Gabo” jî tê nasîn, di sala 1999’an de ji vê romana xwe ya ku qet nehatiye çapkirin, çîrokek di kovara bi navê “Cambio” de parvekiribû. Xelkê ev roman ji wir nas dikir, lê xwîneran ti carî xwe negihandibû pirtûkê û pirtûk nehatibû çapkirin. Malbata wî jî serê ewilî dil nedikir romana nîvcomayî çap bike, lê piştî ku malbatê roman xwend fikra xwe guherand. Ji lewma jî zorokên wî yên bi navê Rodrigo û Gonzalo García Barcha gotin; “Ev berhemeke pirr girîng e û em nikarin ji Kolombiyaya ku ji ‘realîzma efsûnî’ tesîr girtiye veşêrin.” 

Romana bi navê “En Agosto Nos Vemos” behsa serpêhatiyên jineke navsere ya bi navê Magdelana dike, ku dixwaze biçe serdana gora dayika xwe. Kitêb ji 5 beşan pêk tê û 150 rûpel e. 

Nehat diyarkirin ka pirtûk dê kêngî li zimanên din ên dinyayê jî were wergerandin.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.