Romana ‘Bêzarên Dinyaligê’ derket

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 10 Mijdar 2021 - 23:32

  • Nivîskar Mem Zînistanî yê ku berê bi çîrokên xwe yên Kurmancî berê xwîneran dabû wêjeya Kurdî, niha jî bi romanekê derdikeve pêşberî xwîneran. 

Nivîskar Mem Zînistanî yê ku berê bi çîrokên xwe yên Kurmancî berê xwîneran dabû wêjeya Kurdî, niha jî bi romanekê derdikeve pêşberî xwîneran. Romana “Bêzarên Dinyaligê” ya Mem Zînistanî ji 240 rûpelî pêk tê. Kitêb ji Weşanên Avestayê derket. 

Rizgar Elegez ji bo romana “Bêzarên Dinyaligê” dibêje;

“Barthes mealen waha gotibû, herge babetekê dest pê kir hate vegotin, ewa denga jêderka xwe winda dike, nivîskar piyê xwe davêje warê mirina xwe û nivîs dest pê dike. Eva yeka nêzîkê wê fikrê dikir ku wexta nivîskar ‘dimire’ ziman di cewa xwe da dikişe. Di vê romana Zînistanî de, qehreman bi dilq û kirasê xwe yê ji zemanê xwe, bi rastî û nakokiyên xwe berceste dibin. Nivîskar di nava zê û ziman da dibe yek ji kêlên tevnsaziya xwe ya seyr li gel qehremanên din.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.