Rola parlementoyê nehiştine !

Sêşem 9 Kanûn 2025 - 03:20

Zêdetirî saleke hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê pêkhatiye, lê heya niha jî hikumeta nû nehatiye avakirin. Parlementerê berê Umer Gulpî derbarê mijarê de got; “Gel belavî du beşan hatiye kirin, beşek ji tirsan bi desthilatdarê re ye, beşa din jî weke pêwîst bawerî bi aliyên muxalefet nayîne da ku dengê xwe bidinê. Ya metirsî ew e ku parlemento nîne, kes nîne çavdêriya dahatê bike, ne yasa ne jî budce heye.”

Di 20’ê Cotmeha sala 2024’an de hilbijartina Parlementoya Herêma Kurdistanê hate lidarxistin. Niha nêzî salek û du meh in bi ser hilbijartinê re derbaz dibin. Lê heya niha jî hikumeta nû ya Herêma Kurdistanê nehatiye avakirin. Ev rewş bandorek nerênî li ser jiyana xelkê, statûya Herêma Kurdistanê çêdike. Parlementerê berê yê Parlementoya Herêma Kurdistanê Umer Gulpî derbarê vê mijarê de axivî.

Umer Gulpî destpêkê da zanîn ku li Herêma Kurdistanê li gorî destûrê kar nayê kirin, ev jî ezmûnek xirab e û wiha pê de çû; “Heya niha jî hizbên siyasî li gorî sîstema rêvebirinê tevnagerin, tenê di dema berjewendiyên xwe yên taybet de, yasayê nas dikin. Ji ber vê jî ti hilbijartin û pêkanîna hikumeta nû ya Herêma Kurdistanê, di dema xwe ya yasayî de çênebûye. Ev salek sonda yasayî li parlementoyê hatiye xwendin, ji wê rojê heya niha deriyê parlementoyê nehatiye vekirin. Desteya serokatiya parlementoyê nehatiye hilbijartin, ji bo vê parlemento weke nîne ye. Ev jî girêdayî aqilê siyaseta li Kurdistanê tê meşandine. Yanî ji jiyana sivîlî, siyasî dûre û rêz li jiyana xelkê nagirin. Heya ev aqil wiha dom bike, Herêma Kurdistan wê di metirsiyê de be. Di heman demê de wê statûya Herêma Kurdistan û hikumetê jî li welatên din lewaz bibe.”

Umer Gulpî di dewama axaftina xwe de destnîşankir ku desthilatdar tenê li gorî berjewendiya xwe tevdigere û got; “Ji bo wan ne girîng e xelk çawan dijî, wek em dibînin niha ji bo bidestxistina wezîfeyan, nakokiyên mezin hene. Tevî PDK’ê di dema propagandaya hilbijartinê de di got: ‘Şertê me pêkanîna hikumet, herêmek nîştiman û hêzek e’. Lê piştî hilbijartinê ev şert nema û li ser wezîfeyan lihev nakin. Yanî ew bi sozên dayîn re jî ne rast in.” Umer Gulpî herî dawî da zanîn divê gel li dij vê yekê derkeve û were hişyarkirin.

ROJNEWS / SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.