Rojnamevaniyê dadgeh dikin

În 24 Hezîran 2022 - 21:21

Hevserokê DFG’ê Serdar Altan ê ku bi 15 hevalên xwe yên rojnamevan re hat girtin, dibêje, “Me nizanibû em bi çi tên sûcdarkirin û mixabin em hê jî nizanin.” 

Hevserokê DFG’ê Serdar Altan ê ku bi 15 hevalên xwe yên rojnamevan re hat girtin, dibêje, “Me nizanibû em bi çi tên sûcdarkirin û mixabin em hê jî nizanin.” 

8´ê Hezîranê hêzên dagirkeriya Tirk li Amedê bi ser gelek malan û saziyên çapemeniya azad de girtibûn. Wan 22 rojnamevan û kedkarên çapemeniya azad kirin nezaretê û îro jî 16 ji wan girtî ne. Yek ji wan jî Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan e.

Ew bi rêya parêzerên xwe, ji Rojnameya Evrenselê re axivî.  

Altan got, "Li malê tiştekî bibe mijara sûc, nehat dîtin, ji xwe ne mimkin e were dîtin jî. Telefona min desteser kirin. Min dît ku em rojnamevanan bi komî kirine nezaretê. Me nizanibû em bi çi tên sûcdarkirin û mixabin hê jî em nizanin.

Her çend hin rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê xwedî helwêsteke şermokî bin jî, lê me dizanibû ku hevpîşeyên me li ba me ne û vê yekê jî em serbilind dikirin.” 

Serdar Altan dibêje, bi neheqî û mîzansenê biryara girtina wan hatiye dayîn: "Li cihê ku divê edalet pêk were, mixabin bi mîzansenekê biryara girtina me hat dayîn."

Serdar Altan anî ziman ku pêvajoya girtinê wiha şirove kir: “Dozger bi israr daxwaza girtinê kir. Senaryoyek, plansaziyek ji bo dadgehkirina me hatibû amadekirin û hewl didan ku me bikin parçeyekî ji wê. Lê belê, ev mîzansena wan nediçû serî. Em rojnamevan bûn û xebatên me yên rojnamevaniyê hatin dadgehkirin. Dixwestin ku ramanan careke din mehkûm bikin. Hat xwestin ku li dehan rojnamevanên girtî, rojnamevanên nû bên zêdekirin. Di rastiyê de ew çêbû. 16 rojnamegerên ku xebatên çapemeniyê dikirin hatin girtin.”
 
Dixwazin Kurdan bê deng bikin

Altan got, “Tenê armanceke vê girtina me heye, dixwazin me bêdeng bikin da ku em nûçeyan ranegihînin. Li vir her çendî bi giştî rojnamevanî bibe hedef jî, lê bi taybetî dixwazin rojnamevanên Kurd bên bêdengkirin. Tişta ku li rojnameya Xwebûnê hat kirin, vê yekê baş nîşan dide.

Em li ku bin jî em ê rastiyan binivisînin, xêz bikin, vebêjin û nîşan bidin. Çapemeniya azad wê her wan aciz bike. Em bang li hevpîşeyên xwe û saziyên çapemeniyê yên pîşeyî dikin da ku dengê xwe bi dengekî bilind derxin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.