Rojnamevanên siberojê yên Zanîngeha Rojava

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 2 Çile 2023 - 05:34

EBÎR MUHEMED/JÎNHA/QAMIŞLO

 

Xwendekarên jin ên ku beşê ragihandinê li Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwînin, li serr pergala hînbûna xwe, rola ragihandinê di nava civakê de û armancên xwe yên ji bo siberojê axivîn.

Sîmav Xalid ji Kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Ew xwendekara sala yekê ya beşê Ragihandinê ye behsa hezkirina xwe ya mezin ji vî beşî re dike û li ser derfeta Şoreşa Rojava ya ji jinan re jî got: “Ez bi hezkirin derbasî beşê ragihandinê bûm, ji zarokatiya xwe ve min dixwest ez vî beşî bixwînim û ji bo civaka xwe xizmeteke baş bikim. Rola rojnamevanan ew e ku rastiyê bigihîjînin civaka xwe ji bo ku ji her tiştên derdora wan diqewime, agahdar bin. Ev 12 sal in em di nava şoreşê de ne û bi hezaran şehîdên me hene di ber Şoreşa Rojava de. Eger ne ji ragihandinê bûya, cîhanê dê dengê vê şoreşê nebihîsta û nizanibûya çi diqewime. Vê şoreşê rê li pêşiya me vekir da ku em wekî jin xewn û xeyalên xwe pêk bînin, bi taybetî di warê ragihandinê de da ku bi hizrên jinan rastî bi pêş bikeve. Ji bo ku ez rastiyê bigihîjînim cîhanê hemûyî; ez ê bi nivîs, kamera û xebatên xwe yên siberojê têbikoşim. Bêguman ji bo piştgiriya jinan jî ez ê her dem di nava xebatan de bim ji bo ku her kes berxwedan û keda wan bibîne.”

 

Perwerdeya bi Kurdî li zanîngeha Kurdî

Solyaz Mûsa, 19 salî ye, ji navçeya Çil Axa ya kantona Qamişloyê ye. Solyaz Mûsa sala yekê li Zanîngeha Rojava, li beşê ragihandinê dixwîne. Li ser hilbijartina beşê ragihandinê wî got: “Min xwest beşa medyayê bixwînim da ku rastiyê nîşanî civaka xwe bidim. Xwendina bi zimanê Kurdî û li zanîngehên Kurdî ji bo me her dem xewnek bû, nemaze piştî piçûkxistina gelê Kurd, çand û zimanê Kurdan. Belê, niha em vê yekê wek derfet dibînin, xeyalên xwe bi wê pêk tînin û zimanê xwe yê dayikê bi pêş dixin. Pêwîst e rojnamevanek bibe kesek xwedî îrade û exlaq. Pergala perwerdeyê pirr hêsan û xweş e. Beşên pratîk û teorîk hev temam dikin. Her beş ji bilî nûçe, edîtorî û dîroka medyayê jî di warê hînkirina bingehên medyayê de pispor e tevî beşa teknîkî jî. Ez dibînim ku karê jinan di medyayê de tiştekî taybet e, nemaze ji ber ku bi hezaran sal in ji aliyê civakê ve hatine paşguhkirin. Jin di warê ragihandinê de jî di aliyê leşkerî de jî dikarin helwesta xwe nîşan bidin. Her kesê/a ku li ser medyayê dixwîne yan di medyayê de kar dike, divê di warê medyayê de xwedî bingehekî çandî û agahiyan û wan tiştan be yên ku di warê siyasî û leşkerî de diqewimin. Ez hêvî dikim ku her kes ji bo bibe xwedî armanc xwe bi pêş bixe.”

 

Dixwaze bibe nûçegihana şer

Ceylan Cuma jî diyar 25 salî ye û ji kantona Efrînê ya dagirkirî ye. Ew di sala sêyem de ye li Zanîngeha Rojava li beşê ragihandinê. Wê jî got, “Ez gelek zehmetî kişandin, lê vê yekê bi min re hêzeke mezin ava kir. Ez ji kar û xebatên ragihandinê hez dikim, ji lewre min bi motîvasyoneke mezin dest bi xwendina xwe kir. Xewna min a sereke ew e ku piştî xwendina min li zanîngehê bi dawî bibe, bibim rojnamevaneke serketî. Ez dixwazim, bibim nûçegihana şer û xeyalên hevalên xwe yên di êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Efrînê de şehîd bûne, pêk bînim. Nûçegihan divê di warê şer, êrişên li herêmê, şer û karesatên di hundir de rû didin, xwedî tecrûbeyên cûr be cûr be. Li ser herêmên me, di demên dawî de, bi taybetî jî piştî şoreşê, êrişên cur bi cur tên kirin.”

 

Keç ji kuran zêdetir in

Ceylan Cuma got, dijmin naxwaze rastî li cîhanê eşkere bibe û wiha gotinên xwe birin serî: “Medya her dem bûye armanca dijmin, nemaze di dema şer de, ji ber ku medya her dem rastiyan radixe ber çavan. Lewre ji bo cîhanê hemûyî karê me ji bo rabuhirî û siberoja me girîng e. Jinan dikaribû di her warê civakê de cihê xwe îsbat bikin. Niha li Zanîngeha Rojava, hejmara keçan ji ya mêran zêdetir e û ev jî ji bo jinan gaveke mezin e û em ji bo dengê xwe bi riya ragihandinê bigihîjînin cîhanê hemûyî.”

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.