Rojnamevanên girtî hatin xelatkirin

Sêşem 9 Gulan 2023 - 15:23

Xelatên Azadiya Raman û Derbirînê yên Ayşenur Zarakolu yên 21´ê, hatin dayîn. Zarakolu yek ji damezrînerên ÎHD'ê bû. Rojnamegvan-Nivîskar Pakrat Estukyan, Rojnamevan-Nivîskar Tugrul Eryilmaz û xebatkarên Çapemeniya Azad ên girtî hêjayî Xelatên Azadiya Raman û Îfadeyê ya Ayşenur Zarakolu yên 21´ê hatin dîtin. 

Piştî mirina parêzvana mafên mirovan Ayşenur Zarakolu, ji sala 2003'an û vir ve "Xelatên Azadiya Raman û Îfadeyê ya Ayşenur Zarakolu" ji aliyê Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê ve tên dayîn. 

Merasîma xelatdayînê doh saet di 18.30 de li Salona Civînê ya Emîl Galîp Sandalci ya ÎHD'ê pêk hat. 

Ayşenur Zarakolu kî ye? 

Parêzvana mafên mirovan û xwediya Weşanxaneya Belge Ayşenur Zarakolu di 28'ê Çileya 2002'an de ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest dabû.

JINNEWS/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.