- Rojnamevan û Çalakvan Umêd Beroşkî piştî salek û heft mehan di girtîgehê de ma, hat berdan.
Rojnamevan û Çalakvan Umêd Beroşkî piştî salek û heft mehan di girtîgehê de ma, hat berdan.
Yek ji girtiyên Behdînanê Rojnamevan û Çalakvan Umêd Beroşkî piştî cezayê wî yê girtîgehê temam bû, hat berdan. Parêzerê dosya girtiyên Behdînanê Beşdar Hesen ji Rojnews re ragihand ew li gel malbata Beroşkî li ber girtîgeha Zirkan a Dihokê li benda derketina Beroşkî ne.
Di 19’ê Tebaxa sala 2020’an de di dema xwepêşandana mamostayan a li dijî derengketina mûçe de li Dihokê Mamosta Bedel Berwarî û Umêd Beroşkî hatibûn girtin.
NAVENDA NÛÇEYAN