Rojnamevan Soran beriya 17 salan hat qetilkirin
Sêşem 22 Tîrmeh 2025 - 03:20
- Ji ber gelek nivîs û dosyayên li dijî xiyanet û gendeliya desthilatdarên Başûrê Kurdistanê, gelek rojnamevan û çalakvan hatine girtin, revandin û qetilkirin. Yek ji wan rojnamevanan jî Soran Mame Hemed bû, Soran Mame Heme beriya 17 salan li ber derê mala xwe hate qetilkirin.
Li Herêma Kurdistanê zext, gef û qetilkirinên rojnamevanan ti carî nesekinîn, di dîroka 33 salên desthilatdariyê de, hertim rojnamevan hatine girtin, revandin û qetilkirin. Yek ji wan rojnamevanên ku tenê ji ber ku rastiyê ragihand û hate qetilkirin, Soran Mame Heme bû.
Soran Mame Heme kiye?
Soran Mihemed Ezîz bi nasnav Soranî Mame Heme di 2’ê Sibata sala 1986’an de li taxa Şurîce ya Kerkûkê ji dayîbûye. Malbata wî piştî raperîna bihara sala 1991’ê de ji ber zextên rejima Baasê ji Kerkûkê diçin Silêmanî û li Hamiya Silêmanî (parka Azadî ya niha) bicih dibin.
Di temenek biçûk de bû xwedî ezmûn û riya serhildan û nûbûnê afirand. Soran xwedî pênûsek bi cesaret û nivîsek cuda bû.
Piştî rûxîna rejima Sedam Hisên malbata Soran divegere Kerkûkê. Soran jî bi dildarî karê peyamnêrî ji bo Rojnameya Kerkûka Îro dike. Ev rojname serbi Komeleya Rewşenbîr û Civakî ya parêzgeha Kerkûkê bû. Di heman demê de di kanala El Iraqî de wekî peyamnêrê kanalê yê Kerkûkê kardike. Herwiha peyamnêrê rojanameya heftane ya Kerkûkê (Kerkûk Glup) bû ku li Hewlêrê bi zimanê Inglîzî dihate çapkirin.
Di sala 2006’an de li Kerkûkê dibe peyamnêrê Rojnameya Kurdistan Raport. Piştre dibe berpirsê ofîsa Kurdistan Raport li Kerkûkê. Ji jimara 11 ta jimara 21’an a rojnameya Çemçemal quncikek ya wî hebû û nivîsên xwe tê de diweşand. Herwiha li Kerkûkê berpirsê Navenda Çalk bû. Li Kerkûkê Endamê Desteya Nivîskarên Rojnameya Nugreselman bû. Di sala 2006’an de peywendî bi Govara Livîn re datîne û dibe peyamnêrê govarê yê Kerkûkê. Piştre dibe berpirsê Ofîsa govara Livîn li Kerkûkê. Heya ku tê qetilkirin jî di kovara Livîn de kar dikir.
Çima Soran hate qetilkirin?
Her di wan salên karkirinê de Soran di nivîsek ya xwe de daxwaza derketina hevjîna Serokê Herêmê yê wê demê Mesud Barzanî dike. Di raporta xwe ya dawî de ya binavê ‘Sozaniyên Kerkûkê dagirdikin’ ku di govara Livîn de hate belavkirin, di wê raportê de peywendiya berpirsên hikûmî yên bajarê Kerkûkê bi şebekeyên fihuşê re eşkere dike. Heya niha jî ev nivîsên Soran weke sedemê qetikirina wî têne zanîn.
Soran ji ber di nivîsên xwe de behsa diziyên berpirsên Kurd ên Kerkûkê dikir, gelek caran rastî gefan dihat. Du meh ji berê were qetilkirin, gefa kuştinê lê hatibû kirin. Lê Soran bêyî ku bitirse di nivîsên xwe de gendeliya berpirsan eşkere dikir.
Şeva 21’ê Tîrmeha sala 2008’an Soran Mame Heme li ber derê mala xwe ya li Kerkûkê hate qetilkirin. Wê demê 3 çekdar bi wesayîtek BMW ya cam reş diçin li ser deriyê wî û qetil dikin.
Li Herêma Kurdistanê gelek rojnamevanên weke Soran Mame Heme ji ber gelek nivîs û dosyayên li dijî xiyanet û gendeliya desthilatdarên Başûrê Kurdistanê belavkirine, hatine girtin, revandin û qetilkirin.
Piştî 17 salan di heman roja salvegera qetilkirina Soran Mame Heme de, hîn jî gefên li ser rojnamevanan dewam dikin. Bi taybet li Herêma Kurdistanê di dema şopandina nûçeyan de rojnamevan dibin hedefa hêzên ewlekariyê û gef li wan tê xwarin.
ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN