Rojnamevan Roza Metîna beraet kir

Çarşem 13 Cotmeh 2021 - 01:37

  • Edîtora JinNewsê û Endama Pena Kurd Roza Metîna, di doza bi îdîaya ”endamtiya rêxistinê” de ya li dijî xwe, beraet kir. 

Edîtora JinNewsê û Endama Pena Kurd Roza Metîna, di doza bi îdîaya ”endamtiya rêxistinê” de ya li dijî xwe, beraet kir. 

Di çarçoveya lêpirsîna derbarê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi îdîaya ”endamtiya rêxistinê” doz li edîtora JinNewsê û Pena Kurd, Roza Metîna hatibû vekirin. 4’emîn rûniştina doza Metîna li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bi rê ve çû. Di rûniştinê de Roza Metîna ne hazir bû. Parêzerê wê Resûl Tamûr di dozê de amade bû. Dozger mutalaya xwe dubare kir û bi îdîaya ”endamtiya rêxistinê” xwest ji 7 salan heta 15 salan ceza li Metîna bê birrîn. Parêzer Tamûr, li ber mutalayê rabû û xwest muwekîla wî beraet bike. 

Piştî parastinê heyeta dadgehê, ji ber ku sûcên li ser Metîna ne bidelîl in ji bo ”endamtiya rêxistinê”, biryara beraeta wê da.

AMED

parvê bike

Nûçeyên ku dikare bala we bikşîne

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.