• Di serdegirtina malan de nûçegihanên MA’yê Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, nûçegihana JinNewsê Şehrîban Abî û rojnamevan Nazan Sala hatin binçavkirin.

Çeteyên dewleta Tirk ên bi navê polîs doh bi ser Buroya Ajansa Mezopotamya (MA) a Wanê de û bi ser mala xebatkarên wê de girtin. Di serdegirtina malan de nûçegihanên MA’yê Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, nûçegihana JinNewsê Şehrîban Abî û rojnamevan Nazan Sala hatin binçavkirin. Di serdegirtinan de belavkara berê ya rojnameya Yenî Yaşamê Şukran Erdem jî hat binçavkirin. Polîsan li buroya MA’yê dest danî ser wênegir, kamera û kelûpelên teknîkê û leptop û hard dîskan. 
Xebatkarên buroyê êşkenceya bi helîkoptêrê ya li dijî Servet Tûrgût û Osman Şîban anîbûn rojevê. Nûçegihanan bi rapora nexweşxaneyê derxistibûn holê ku Tûrgût û Şîban ên di 11’ê Îlonê de li Navçeya Şaxê ya Wanê hatine binçavkirin ji helîkoptêrê hatine avêtin. Bi hewldana nûçegihanên binçavkirî ev agahiyên girîng û belge li rojeva raya giştî hatin belavkirin û bûbû rojeva sereke. 
Herweha nûçegihanan di encama lêkolînan de wêneyên Osman Şîban û Servet Tûrgût ku bi êşkencekirî belav kirin. Cara ewil wêneyên êşkenceyê ji aliyê ajansa Mezopotamyayê ve hatibûn weşandin. Her wiha hûrguliya vê bûyerê ya herî girîng ew bû ku rapora nexweşaneyê bi dest xistin û piştrast kirin ku her du welatî ji helîkoptêrê hatine avêtin. 
 
Gef li MAʼyê xwarin

Nûçegihanên binçavkirî bi nûçeyên xwe îdiaya Walîtiya Wanê ku gotibû ew welatî dema reviyane ji zinaran ketine jî derew derxistibûn û dîmenên ji cihê bûyerê kirin nûçe, hat dîtin ku li cihê welatî lê tên binçavkirin zinar tune ne. 
Çend roj berê nûçegihanên binçavkirî çûbûn cihê sersaxiyê yê Servet Tûrgût û polîsan li wir gef li nûçegihanan xwaribûn, ew asteng kiribûn û gotibûn “Ji bilî Ajansa Mezopotamya her kes dikare nûçeyê bişopîne.” 
Polîsan di êrişa li dijî rojnamevanan de belavkara rojnameya Yenî Yaşamê ya berê Şukran Erdem jî xistin nezaretê.

MA/AMED