Rojhilat serî natewîne
Sêşem 27 Îlon 2022 - 02:57
- Piştî 11 rojan jî agirê raperîna li Rojhilatê Kurdistanê li Îranê venamire. Li sedan navçe û bajaran xwepêşandan dewam dikin. Xwendekar jî ji bo destekkirina daxwazên xwepêşanderan dest bi boykota zanîngehê kir.
Tevî ku rejîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê bi hezaran kes kirine nezaretê û pêla girtinê û qetilkirina neraziyan dewam dike jî, li Rojhilatê Kurdistanê xelk serî natewîne. Li seranserê Îranê jî çalakî dewam dikin. Çalakvana navdar a 20 salî ya ku bi vîdeoyên xwe bang li xelkê dikir, tevlî nava refên raperînê bibin, li Tehranê ji aliyê hêzên rejîmê ve bi 6 guleyan hat qetilkirin. Lê awayên nû yên çalakiyan jî derdikevin holê; xwendekarên zanîngehê li gelek bajaran ders boykot kirin.
Rejîma Îranê piştî gefxwarina serokkomar Reîsî, hişktir êrişî xwepêşander û neraziyan kir. Pêlên girtinê û êrişên dijwar ên li dijî xwepêşanderan zêde dibin.
Di ser qetilkirina Jîna Amînî re 11 roj dernas bûn û xwepêşandanên raperînê bê navber li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dewam dikin. Rejîma Îranê hewl dide bi rêya qutkirina xetên înternet û telefonên malan dengê xwepêşandanan qut bike.
Agirê raperînê venamire
Pêr bi şev jî xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ên dijî şehîdkirina Jîna Emînê bê navber dewam kirin.
Li bajarên Sine, Urmiye, Bokan û gelek bajarên din ên Kurdistanê xelk daket meydanan û rejîma Îranê şermezar kir. Li aliyê din rêxisina mafê mirovan Hengawê dest bi belavkirina wêne û navên şehîdên raperînê yên li Kurdistanê kir.
Li meydanan dîsa dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ bilind dibe. Bi heman awayî li bajarên Îranê yên weke Tehran, Esfehan, Buşehr, Zahîdan, Tewrîz, Şêraz, Lahîcan û gelek bajarên din jî xwepêşandan dewam dikin. Li bêhtirî 140 navçe û bajaran çalakî dewam dikin.
Di çalakiyên ji pêr ve hêzên leşkerî yên Îranê hişktir êrişî xwepêşanderan dikin.
Ji bilî binçavkirinan, rejîma Îran hewl dide bi rêya qutkirina xetên înternetê û telefonên malan dengê xwepêşandana qut bike. Şirketên înternetê yên li Îranê pêr bi şev li seranserê Îranê xetên înternetê qut kirin.
Li gorî daneyên dawî yên Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê yên 24’ê Îlonê, heta niha li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê 54 kes şehîd bûne. Lê Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ya navenda wê li New Yorkê jî got, hejmara kesên ku hêzên rejîmê ew di xwepêşandanan de qetil kirine, ji 140´î bihuriye. Heman rêxistin behsa kirina nezaretê ya bêhtirî 5 hezar kesan dike.
Li aliyê din hat zanîn ku rejîma Îranê bi şertekî cenazeyan radestî malbatan dikin, ew jî divê taziye ji bo wan neyê danîn.
Xwendekar boykot dikin
Di çarçoveya raperînê de xwendekarên zanîngeha Tehranê ya zanîngeha Îlma Tebatebayî, zanîngeha Ehwaz, zanîngeha Bûelî Hemedan, zanîngeha Sehend, zanîngeha Teknolojiya Şerîf, zanîngeha zanîsta bijîjkan a Îranê, Zehra, zanîngeha Xûce Nesîr, zanîngeha huner, Xûrazmî û li gelek zanîngehên din boykota xwendinê kirin. Xwendekar daxwaz ji xwendekar û mamostayên din ên zanîngehê dikin da ku derbarê bûyerên vê dawiyê de xwedî helwêst bin û beşdarî boykota wan bibin da ku mafên xwe bi dest bixin.
Hadîs Necefî înfaz kirin
Li aliyê din hat zanîn ku di xwepêşandanên li tehranê de hêzên rejîmê Hadîs Necefî ya 20 salî înfaz kiriye. Hadîs Necefî jineke ciwan a 20 salî bû û bi vîdeoyên xwe bang li xelkê dikir da ku di nava raperîna jinan a ji bo azadiyê de cihê xwe bigirin. Hadîs pêr bi şev bi 6 guleyan hat qetilkirin. Guleyên ku berdana bedena Hadîsê bi armanca kuştinê bûne û guleyek li defa sînga wê ketiye.