Rojeva Kurdan çekên kimyewî ye
În 8 Cotmeh 2021 - 01:53
- Bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a li ser qadên gerîla û bomberdûmana wê ya li ser Kurdan pêr li gelek welatên Ewrûpayê hatin protestokirin.
Bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a li ser qadên gerîla û bomberdûmana wê ya li ser Kurdan pêr li gelek welatên Ewrûpayê hatin protestokirin.
Li Elmanyayê Frankfurt, Munîh, Hambûrg, Freîburg her wiha li Stockholm (Swêd), Kopenhag (Danîmark), Oslo (Norwec), Parîs (Fransa), London (Ingilîstan, Den Haag (Hollanda), Cenevre (Swîsre) bikaranîna dewleta Tirk a çekên kîmyewî ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û gerîla hate şermezarkirin. Çalakgeran bang li saziyên Ewrûpa yên pêwendîdar jî kir da ku bi rola xwe rabin û meselê lêbikolin.
NAVENDA NÛÇEYAN