Rojeva bingehîn Rêbertî ye

Şemî 22 Hezîran 2024 - 02:55

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok tevlî Bernameya Taybet a Stêrk TV bû û derbarê tecrîda mitleq a li ser Rêber Abdullah Ocalan û şerê li Kurdistanê nirxandin kirin.

Sabrî Ok di derbarê tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û têkoşîna ji bo azadiya wî ya fizîkî wiha got:’’Rojeva me ya bingehîn rewşa Rêber Apo ye. Ne tenê tevger û rêveberî, gelê me û dostên me jî divê her roj rewşa Rêber Apo ji xwe re bikin rojeva bingehîn, empatiyê bikin, rastî çi ye, wezîfe û berpirsyarî çi ye, çi dikare bê kirin; van meseleyan nîqaş bikin. 26 sal in Rêber Apo li Îmraliyê dîlgirtî ye, 39 meh in jî bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin. Dewleta Tirk Îmraliyê weke herêmeke bê tasfiyekirin dinirxîne. Dewleta Tirk, Erdogan û Bahçelî li dijî gelê Kurd şerê qirkirinê dimeşînin. Eger îro li Îmraliyê jiyan hinekî normal bûya, Rêber Apo karîbûya jiyaneke asayî bijiya, dewleta Tirk li pêşberî rastiya Rêbertî bi hurmet bûya, qebûl bikira vê rewşê jî wê bandoreke erênî li Tirkiyeyê bikira. Lewma misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berpirsyariya her kesî ye. Beriya 8 mehan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate destpêkirin li her devera cîhanê piştgirî wergirt. Kampanya hîn jî dewam dike. Bêguman kampanya gihîştiye astekê lê belê divê em ti carî têrker nebînin. Her Kurdek û mirovekî xwedî nirxên mirovahiyê ye divê ji xwe bipirse ku ji bo vê kampanyayê çi kiriye. Çawa ku li tevahiya cîhanê mirov xwedî li Mandela derketin, bi heman rengî divê em xwedî li Rêbertî derkevin. Rojava ji bo vê kampanyayê li ser piyan e. Em hurmetê nîşanî karên li Bakur û Tirkiyeyê didin, têkoşînek tê meşandin lê belê têrker nîne. Bi taybetî gelê me yê li Bakur, hêzên demokrasiyê, hêzên sosyalîst, tevgerên Kurdan bila ji xwe bipirsin; gelo li holê tiştekî hiqûqî, qanûnî, exlaqî heye? Ev bi xwe sedemeke ku tiştek bê kirin.

Şerê heyî baş fêm nakin

Sabrî Ok derbarê şerê li Kurdistanê jî ev nirxandin kirin:’’Hem li Herêmên Parastinê yên Medyayê hem jî li Îmraliyê şerekî gelekî giran diqewime. Ya rast li Tirkiyeyê jî şerekî giran heye. Li Tirkiyeyê gelo kes dikare bi rehetî hilmekê bistîne? Ev jî şerekî psîkolojîk, aborî û siyasî ye. Dewleta Tirk stratejiyek amade kir. Got, di mehên havînê de wê Herêmên Parastinê yên Medyayê dagir bike û gerîla tine bike, bi vî rengî bi ser bikeve. Vî şerî destpê kir. Ji 16'ê Nîsanê û vir ve şerekî giran heye. Gelê Kurd û hêzên demokrasiyê vê yekê baş fêhm nakin. Carna mîna ku 2 cîhan hene. Li aliyekî li Herêmên Parastinê yên Medyayê şerekî mezin tê meşandin, li aliyê din jî her kes bi pirsgirêkên xwe ve mijûl in. Eger dewleta Tirk li hemberî gerîla encamê bi dest bixe divê bê zanîn ku li Bakur û li Tirkiyeyê wê bêhn li mirovan biçike. Eger hîn jî nekariye encamê bi dest bixe ev yek bi saya berxwedana gerîla ye. Li Zap, Metîna, Xakurkê, Garê û tevahiya Herêmên Parastinê yên Medyayê bi tecrûbeya bi salan û ruhê fedaî berxwedan tê kirin. Kes nikare li hemberî vê îradeyê bisekine.

Serkêş Fûad Huseyîn e

Dixwazim çend tiştan ji dewleta Iraqê re bibêjim; Dewleta Iraqê zane, ji dema Saddam û vir ve zêdeyî 40 sal in PKK li çiyayên Kurdistanê ye. PKK'ê ti carî zerar neda civaka Iraqê, neda gelê Başûr, neda gelê Kurd û dewleta Iraqê. Berevajî vê yekê PKK'ê her tim Kurd, Ereb, Tirkmen, Suryan, gel û civakên din hemû parast. Tevî vê jî dewleta Iraqê rabû PKK weke rêxistineke qedexekirî ragihand ku ev yek tiştekî şerm e. Dewleta Iraqê dibêje dewleteke serbixwe ye, lê çawa dibe ku dewleta Tirk bi sedan kîlometreyî dide nava xaka wê, dagir dike, bi hezaran leşkerên xwe lê bi cih dike? Ev êdî desteserkirin e, tu êdî dewleteke serbixwe nîne. Her wiha li pêşiya civakê dibe asteng ku nerazîbûnê nîşan nede. Bêguman hinek hene ku hewl didin navbera Iraqê û dewleta Tirk çêbikin, dixwazin li hemberî PKK'ê helwestê nîşan bidin. Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Huseyîn serkêşiyê ji vê re dike. Her wiha li Parlamenta Iraqê jî hinek hene ku dikevin xefika dewleta Tirk. Mînak Serokê Meclîsa Iraqê, Wezîrê Parastinê. Divê gelê me zanibe ku gelek pirsgirêk ji ber van kesan e. Bêguman pêvajo dewam dike. Dewleta Tirk hîn encam wernegirtiye, niha di patînajê de ye. Em zanin ku wê li dijî me hemû hêza xwe bi kar bîne. Em jî ji hêz, tecrûbe û teknîka xwe baawer dikin, xwe bi ruhê fedaî amade dikin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.