Parêzer Emran Emekçî: divê ne tenê tecrîd, her wiha azadiya Ocalan jî bibe rojev; divê tecrîd bê bidawîkirin, Ocalan bê azadkirin.
Parêzer Emran Emekçî îşaret bi sala 2024'an kir ku 25 salên dîlgirtî yên Ocalan diqedin, û destnîşan kir ku rojev ne tenê rakirina tecrîdê, divê her wiha azadiya Ocalan be.
Li gorî nûçeya Zeynep Kural a ji ANF´ê re, ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Emran Emekçî gotiye, ew tecrîda li Îmraliyê weke qadeke polîtîk dibînin û destnîşan kir ku ev sîstem modeleke DYE'yê ye û beriya Hepsa Gûantanamoyê li Îmraliyê hatiye ceribandin. Emekçî diyar kir ku armanca tecrîd û zexta vê sîstemê şikandina îradeya muxalif e.
Emekçî got, ji ber ku nekarîn îradeya muwekîlê wan teslîm bigirin, niha tecrîdê girantir dikin û destnîşan kir ku ev yek şêweyekî îdama postmodern e.
Tecrîd li civakê belav kirin
Parêzer Emekçî destnîşan kir ku di rewşa heyî de sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê niha li hepsan hemûyan û li her warê jiyanê belav bûye û diyar kir ku ev tecrîda topyekûn bi rêxistinkirina bloka demokrasiyê dikare ji holê bê rakirin.
Emekçî diyar kir ku li gel astengiyan hemûyan jî ew têkoşîna hiqûqî dewam dikin, raporên ku amade kirine pêşkêşî CPT´yê kirine, di heman demê de hewldanên xwe yên têkildarî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya sala 2014'an a li ser Ocalan dewam dikin.
Emekçî biryara DMME'yê bi bîr xist û got, "Hûn jî zanin ku DMME'yê di biryara xwe ya 2014'an de diyar kir ku herî zêde 25 sal ceza dikare li Birêz Ocalan bê birrîn. Sala 2024'an 25 sal temam dibin. Em li Komîteya Wezîran bi daxwaz û raporan hewl didin vî karî hîn bi lez bidin kirin, lê belê tevî ku 6 sal di ser re derbas bûn, ji bo bicihanîna vê biryara DMME'yê mixabin biryareke pêşniyazê jî nehate dayin. Rastiyeke bi vî rengî ya Ewrûpayê ya mijûlkirinê heye. Yanî divê ne tenê tecrîd, her wiha azadiya Ocalan jî bibe rojev; divê tecrîd bê bidawîkirin, Ocalan bê azadkirin."
NAVENDA NÛÇEYAN