- Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan diyar kir ku rojeva wan azadiya Kurdistanê ye û got, "Dîrok li bendê ye ku em bi rola xwe rabin."
Rêxistina Pirsûsê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo kongreya xwe ya 3’yan a awarte civiya.
Berdevka partiyê ya HDP'ê Ebrû Gunay, parlamenterên Rihayê Ayşe Surucu û Omer Ocalan, Hevşaredarên Pirsûsê yên ku qeyûm danîn şûna wan, Hatîce Çevîk û Abdullah Polat, endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk û endamên partiyê tevlî kongreyê bûn.
Ebrû Gunay li kongreyê qurbaniyên komkujiya Pirsûsê ya sala 2014'an bi bîr anîn û got, "Cîhanê Kobanê nas kir, lê belê em bi rola Pirsûsê zanin. Bû cihekî ku piştevanî derkete pêş û sînor hatin bêwatekirin. Pirsûs bi rola xwe ya dîrokî rabû. Dema ku ev kir berdêl da. Yek ji van berdêlan jî bêguman 33 rêwiyên ber bi Kobanê ve bûn. Em ê wan ti carî ji bîr nekin. Ew komkujî êrişa li dijî fikrê HDP'ê û destpêka polîtîkaya şer bû."
Gunay got, bersiva herî mezin a li dijî vê polîtîkaya şer a hikûmeta Tirk "mezinkirina HDP'ê ye" û got, "Li dijî polîtîkayên şer me bi biryardarî xeta azadiyê parast û em ê her tim biparêzin."
Gunay bal bire ser doza ji bo girtina HDP'ê û got, "Ew ê nikaribin ti carî fikrê HDP'ê bigirin. HDP wê li vê xakê çarenûsa aştî û biratiyê dewam bike. Bila gumana kesî ji vê tine be. Em ê teqez bi ser bikevin.
Polîtîkayên şer dewama tecrîda li Îmraliyê ne. Birêz Ocalan nûnerê aştiyê ye. Desthilatdariyê bi şer bersiv da îradeya ku digot 'derfet hebin ez ê di hefteyekê de çareser bikim'. Kurdan bi gotina 'dem dema azadiyê ye' têkoşîn mezin kir û mezin dike.
Bidawîkirina tecrîdê
Daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de daxwazên me ne. Em dixwazin tavilê daxwazên wan bi cih bên anîn."
Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan jî anî ziman ku Pirsûsê di tevahiya dîrokê de gelek berdêl dane: "Divê em xwedî li wan berdêlan derkevin. Rêberê vî gelî 22 sal in girtî tê hiştin. Hatiye tecrîdkirin. Zarokên vî gelî bi rojan e di greva birçîbûnê de ne. Rojeva me ev e. Li vê navçeyê bavek û du kurên wî hatin qetilkirin. Dayikek ev 181 (îro 182) roj in li ber edliyeyê li edaletê digere. Ji ber ku Kurd e edalet nîne. Armanca me mezin e. Rojeva me azadiya Kurdistanê ye, bi dawîkirina tecrîdê ye. Dîrok li bendê ye ku em bi vê rola xwe rabin."
Parlamenter Ayşe Surucu jî nerazîbûn nîşanî êrişên li dijî Mexmûr û Şengalê da û li dijî van êrişan bal bire ser girîngiya yekîtiya neteweyî.
Di kongreyê de ji bo hevserokatiya rêxistina HDP´ê ya navçeya Pirsûsê Yaşar Gunduz Alp û Emîne Kaya hatin hilbijartin.
MA/RIHA