Rojên Ocalan berdewam e

Şemî 12 Cotmeh 2024 - 03:10

Di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji meseleya Kurd re çareseriya siyasî’ li seranserî Ewrûpa û cîhanê, çalakiyên cihêreng berdewam dikin.

ELMANYA

Li paytexta Elmanya Berlînê bi beşdariya gelek şoreşgerên enternasyonalîst, rexne û analîza Rêber Abdullah Ocalan a li reel sosyalîzmê hate xwendin.

Li bajarê Kasselê, li deverên cuda yên bajêr wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û afîşên bi nivîsa "Freiheit fur Ocalan" hatin daliqandin.

Xwendarên ciwan ên jin li Zanîngeha Gotheyê ya li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê, di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de, broşurên ku behsa paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan dikin belav kirin. Li qadên ku sîrkulasyon lê zêde jî stickerên bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan li derdorê daliqandin.

AVÛSTÛRYA

Li bajarê Graz ê Awûstûryayê, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi beşdariya Parlamenterê Mêrdînê yê DEM Partiyê Kamûran Tanhan civîna gel hate lidarxistin.

FRANSA

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li banliyoya Marignane ya Marsîlyayê komploya 9'ê Cotmehê bi meşeke bi meşaleyan şermezar kirin. Bi navê TCŞ Marignaneyê Rustem Serhed axivî û diyar kir ku heta azadiya Rêberê xwe wê li qadan bin, li ber xwe bidin.

SWÊD

Meclîsa Gel a Gävleborgê li bajarê Gävle yê Swêdê di çarçoveya pênagava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" de li qada navenda bajarî ji bo du rojan kon vegirt. Di çalakiyê de pirtûkçeyên ku bi Swêdî û Îngilîzî behsa paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan dikin û broşurên derbarê pergala qirker a Îmraliyê de hatin belavkirin.

ÎNGÎLÎSTAN

Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de ku li her çar aliyên cîhanê berdewam dike, bi beşdariya Desteya Pêngavê û Tora Piştgiriya Kurdan a Brightonê ya enternasyonalîstan pêk tê, semînerek hat lidarxistin. Semîner bi armanca balkişandina li ser pergala tecrîd, êşkence û komkujiyê ya li Îmraliyê li Friends Meeting House hat lidarxistin.

SWÎSRE

Li bajarê Bellinzona ya Swîsreyê ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Ticino ve meş û mitîng hate lidarxistin. Nûnerên tevgerên sosyalîst ên çep jî piştgirî dan çalakiyê.  

Komploya 9'ê Cotmehê li Solothurnê bi mîtîngekê hat şermezarkirin. Kurd û dostên xwe li ber Bahnhofplatz a Solothurnê hatin ba hev, mîtîngek li dar xistin. Di mîtîngê de banga tevlêbûna meşa wê li bajarê Baselê bê lidarxistin, hat kirin. 

TJK-E di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî”, kampanya “Tirêjên Rojê” dabû destpêkirin. Li bajarê Aarau bi pêşengiya TJK-E’yê de di çarçoveya kampanyayê de standa azadiyê hat danîn. Stand bi wêneyê Rêber Abdullah Ocalan hatin xemilandin.

DANÎMARKA

Li paytexta Danîmarka Kopenhagê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Sêvê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” standa agahdarkirinê hat danîn. Stand li qada herî qelebalix a Nytorvê hat danîn. Di standê de danezan û belavokên li ser pergala qirkirinê ya Îmraliyê hatin belavkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.