Rojbûna Rêber Apo rojbûna YPJ’ê ye
Şemî 5 Nîsan 2025 - 03:40
Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’e Newroz Ehmed beşdarî kanala JIN TV’yê bû û derbarê 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo, avabûna YPJ’ê û her wiha geşedanên li herêma Rojhilata Navîn û Sûriyeyê nirxandin kir. Newroz Ehmed, bal kişand ser pêvajoya avabûna YPJ'ê û got ku jinan di dîrokê de li ber xwe dane, lê ev yek veneguheriye hêzeke rêxistinkirî. Newroz Ehmed, anî ziman ku YPJ'ê xwe li ser esasê parastina cewherî ya jinan bi rêxistin kir û got ku ne tenê hêza parastina neteweyî û herêmî, hêzeke têkoşînê ye ku hemû jinan di nav xwe de dihewîne.
Rola jinan di qada leşkerî û siyasî de
Newroz Ehmed, diyar kir ku YPJ’ê rêxistineke ku hem di şer de hem jî di pêşxistina stratejî û taktîkan de bûye pêşenga tevahiya jinan. YPJ’ê bi taybet di şerê li dijî DAÎŞ’ê de roleke mezin lîstiye û got ku ev têkoşîn bandor li tevahiya cîhanê kiriye. Newroz Ehmed, diyar kir ku YPJ’ê di berxwedana Kobanê û Şengalê de, ne tenê bû hêza têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê, di heman demê de bû sembola azadiya jinê. Şervanên YPJ’ê ne tenê têkoşîna leşkerî meşand, di heman demê de xwe bi rêxistin kirin û parastina xwe ya cewherî pêş xistin. Newroz Ehmed, diyar kir ku li Sûriyeyê amadekariyên makezagoneke nû dewam dikin û got, sîstemeke ku jin di vê pêvajoyê de cih negire, tê wateya ji nû ve hilberandina zihniyeta serdest a mêr û got:“Têkoşîna jinan ne tenê ji bo mafên takekesî, ji bo avakirina civakek demokratîk jî girîng e. YPJ’ê di heman demê de ji bo azadiya civakî û mafên jinan têdikoşe. Sîstema nû ya li Sûriyeyê bê avakirin, divê avahiyeke demokratîk ku jin û hemû gelan tê de cih bigire be.
Ramanên Rêber APO bingeha YPJ’ê ye
Newroz Ehmed anî ziman ku peyama Rêber Apo yê 8’ê Adarê û banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ji bo jinan weke manifestoya azadiyê ye û got:“Diyariya herî mezin a vê pevajoyê ji bo hemû jinan peyam û silavên Rêber Apo bû. Hebûna jinê di nava civaka demokratîk de gengaz e. Bangawaziya Rêber Apo ya ji bo aştiyê û civaka demokratîk bi pêşengiya jina ku xwe rêxistin kiriye re gengaz e. Di heman demê de pêwîste em rêxistinbûna xwe xurttir bikin, ji ber ku weke jin li ser me xeteriya mezin xwe didomîne. Ji ber vê peyama Rêber Apo di vê pevajoyê de ji bo jinan tê wateya manîfestoya azadiye ye.” Newroz Ehmed, anî ziman ku ew tesbîta Rêber Apo ya "Azadiya jinê azadiya hemû civakê ye" diparêzin û got ev perspektîf bûye bingeha avakirin û têkoşîna YPJ'ê. Newroz Ehmed diyar kir ku ew 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo weke sembola têkoşîna azadiya jinê dibînin û destnîşan kir ku ew ê têkoşîna xwe hîn mezintir bikin. Newroz Ehmed, diyar kir ku YPJ’ê li gorî fikrên Rêber Apo têkoşîna xwe ya azadiyê didomîne û got ku YPJ’ê misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêbertî jî parçeyek ji vê têkoşîna xwe dibîne. Newroz Ehmed, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku têkoşîna YPJ'ê bi destkeftiyên jinan mezin bûye. YPJ’ê wê têkoşîna azadiya jinê biparêze û berfireh bike û li gorî fikrên Rêber Apo şoreşa jinê hîn xurtir bike.
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN