Rojava li zanîngehên Elmanyayê
Sêşem 28 Sibat 2023 - 04:50
Şandeyeke ji Rojava çû serdana hin zanîngehên li Elmanyayê. Ji şandeya Rojava, Dîjle Haîdar bal bire ser projeyên hevpar û got, “Di navbera Zanîngeha Emden a li Elmanyayê û Zanîngeha Rojava de li ser karên jineolojiyê de dostaniyek heye. Jixwe hatina me ya li vê derê jî nûkirina vê peymana dostaniyê ye.”
Şandeyeke ji Rojava serdana hin zanîngehên li Elmanyayê kir. Endama heyetê Dîjle Haîdar got, ew dixwazin projeyên hevpar û zanîngehên dost pêk bînin. Şandeyeke bi navê zanîngehên Rojava û Kobanê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser vexwendina Dibistana Bilind a Emden-Leer çû Elmanyayê û bi rayedarên zanîngeh û dibistanên bilind ên Emden-Leer, Alice Salomon û Bremenê re hevdîtin kirin.
Nexasim jî jineolojiyê didin nasîn
Endama heyetê, hîndekara beşa Jinolojiyê ya Zanîngeha Kobanê, Dîjle Haîdar li ser hevdîtinên xwe axivî û got, wan destpêkê li Berlînê bi rayedarên Zanîngeha Alice Salamon re hevdîtin kirine. Dîjle Haîdar got, "Di vê hevdîtinê de du mijarên girîng hebûn. Me giranî da ser danasîna jineolojiyê û rêveberiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Di gava duyemîn de jî me zanîngehên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dane naskirin. Me xwest, dema bê bi vê zanîngehê re têkiliya zanîngeha dostaniyê çêkin. Hin karên taybet ên zanîngehên Rojava û Kobanê hatin nirxandin. Ji aliyê muxatabê xwe ve bi erênî hate pêşwazîkirin. Kêfxweşiya xwe anîn ziman. Li zanîngehên me, kapasîteyên wan û mufredatên me pirsîn. Em li ser rê û rêbazên têkilîdanînê sekinînin."
Bi Zanîngeha Bremenê re semînerên hevpar
Dîjle Haîdar ragihand ku hevdîtina duyemîn li Zanîngeha Bremenê hate kirin û bi bîr xist ku xwendekarên zanîngehên Bremen û Rojava ji berê ve hin semînerê hevpar dikirin. Dîjle Haîdar diyar kir ku li vir jî hem li ser jineolojiyê hem jî li ser karê zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sekinîne û got, di heman demê de zor û zehmetiyên li pêşiya xwe jî wan parve kirine. Dîjle Haîdar anî ziman ku ji vê derê jî bi rengekî erênî veqetiyane û bawer dikin ku dema bê, wê têkiliyeke fermî bê danîn. Dîjle Haîdar her wiha diyar kir ku li saziya jinê ya ku Bexçeyê Hevrîn Xelef ava kir û têkiliya xwe bi gundê Jinwar re heye, wan semînerek daye.
Dostaniya li ser karên jineoljiyê
Dîjle Haîdar îşaret bi nîqaşên li Ewrûpayê yên li ser Jineolojiyê jî kir û got, "Di navbera Dibistana Bilind a Emden-Leer a li Elmanyayê û Zanîngeha Rojava de li ser karên jineolojiyê dostaniyek heye. Jixwe, hatina me ya li vê derê jî nûkirina vê peymana dostaniyê ye. Xwendekarên herdu zanîngehan semînerên hevpar li dar dixin, projeyên hevpar dikin. Heta ku em li vê derê ne, em dixwazin serdana zanîngehan bikin. Em dixwazin hin encamên darîçav bi dest bixin. Em ê peymana zanîngeha dost a bi Dibistana Bilind a Emden-Leerê re nû bikin. Em dixwazin vê tecrûbeya xwe bi zanîngehên din re pêk bînin. Bi vê hêviyê em tev digerin."
NAVENDA NÛÇEYAN