Li bajarên Rojavayê Kurdistanê Qamişlo, Kobanê, Hesekê û Dêrikê xelk bi dirûşma "Hemû şêweyên xiyanet û komployan têk bibin, rêber Apo fizîkî azad bikin" daketin meydanan û komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan şermezar kir. Wan got, "Bê serok jiyan nabe."
QAMIŞLO: Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, bi hezaran xelkê Qamişloyê li Çerxerêya Sonî ya li rojhilatê Qamişloyê kom bûn û xwepêşandanek kirin. Xelk piştre ber bi Çerxerêya Şehîd Rûbar Qamişlo ve meşiya. Li Çerxerêya Rûbar Qamişlo, li ser navê Însiyatîfa Gel a ji bo Azadiya Rêber Ocalan, Perwîn Yûsif axivî û komploya navneteweyî şermezar kir. Wê berxwedana Îmraliyê jî silav kir. Perwîn Yûsif got, "Armanca dewletên komploger şikandina vîna gelan bû. Lê berxwedana Rêber Ocalan li Îmraliyê armancên wan têk birin. Em li hember komplogeran qîr bikin û bang bikin ji bo azadiya fizîkî ya rêber Ocalan, serketin ji fikrê jiyana azad re, belê ji projeya neteweya demokratîk re."
HESEKÊ: Bi hezaran kes li kantona Hesekê bi meşekê komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir. Meşê ji çerxerêya Kevokê ya taxa Miftî des pê kir û hate bi Navenda Çand û Huner a Xabûr a heman taxê dewam kir. Li vir endamê PYDʹê Mihemed Xelef komploya 9ʹê Cotmehê şermezar kir û got, "Bi ruhê berxwedana gerîlayên li çiyayên Kurdistanê, bi ruhê berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker, em ê dagirkeriyê têk bibin û qeyd û qanûnên ku li ser rêbertiya me hatine ferzkirin, bişkînin. Tevahiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî pîlanên dewleta Tirk a dagirker xeta berxwedanê hilbijartine, heta ku azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan misoger bibe."
KOBANÊ: Ji bo şermezarkirina komploya 9`ê Cotmeha 1998`an a li dijî Rêber Abdullah Ocalan, bi hezaran kes ên ji kantonên Girê Spî û Kobanê yên herêma Firatê, xwepêşdan kir. Xwepêşdanê ji Qada Jina Azad a li bajarê Kobanê dest pê kir, heta Qada Şehîd Egîd dewam kir. Li Qada Şehîd Egîd, hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê, Mihemed Şahîn got, “Di ser komployê re 24 sal derbas bûn, xwestin bi rêya wê tevgerên rizgariyê bi dawî bikin û gelê herêmê vegerînin serdemên tarî. Lê planên wan bi bin ketin, fikr û felsefeya rêbertiyê sînorên girtîgehan derbas kirin û bûn rêya gelên bindest ber bi azadiyê ve. Em ê têkoşînê bidomînin, heta ku dîwarê girtîgeha Îmraiyê hilweşînin, dewleta Tirk a dagirker ji axa xwe biqewitînin û azadiya fizîkî ya rêber Ocalan pêk bînin.”
DÊRIK: Bi boneya salvegera 24’an a destpêkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan xelkê herêma Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê daketin qadan. Xelk ji Qada Azadiyê ya Dêrikê dest bi meşê kir. Meş li ber bi navenda Şehîd Bawer a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê veguherî mîtingê. Li wir endamê Meclisa PYD´ê ya herêma Cizîrê Seîd Sîpan got, "Ev komploya ku di şexsê ronakbîr û fîlozofê neteweya demokratîk Abdullah Ocalan de pêk hatiye, li dijî gelên herêmê ye. Bi hêz û vîna dayikên şehîdan, gel û pêkhateyên herêmê ku xwe spartine fikr û felsefeya Rêber Ocalan, em ê têkoşînê geş bikin."
ANHA/QAMIŞLO