Ji Rêber Apo tirsiyan

Çarşem 15 Sibat 2023 - 16:16

Yek ji fermandarên HPG'ê Berxwedan Rojhilat bi wesîleya salvegera 24´an Bêbextiya Navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an a li dijî Rêber Abdullah Ocalan, ji ANF’ê re axivî û got, gerîla û gel giraniya komployê hîs dikin. 

Berxwedan Rojhilat got, “Li Rojhilata Navîn cara yekemîn serokekî zana yê wekî Rêber Apo derket holê. Vê yekê tirsek mezin xist nav dilê hêzên desthilatdar. Ji ber vê jî komploya navneteweyî xistin meriyetê. Komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmeha 1998'an dest pê kir û di 15'ê Sibata 1999'an de bi girtina Rêber Apo dewam kir.

Xwestin gelê Kurd tine bikin

Di şexsê Rêber Apo de xwestin gelê Kurd tine bikin. Mohlet jî dan, lê hesabên wan li hev derneket, ji ber ku PKK tevgereke îdeolojîk e û îdeolojiya wê li ser bingehên saxlem hatiye avakirin. Rêber Apo lîstik û senaryoyên hatine nivîsandin, pûç kirin. PKK ji her demê zêdetir bi pêş ket, soza tolhildana dîrokî ya bi Rêber Apo re xurt kir. Îro Tevgera Azadiyê ji her demê bêhtir zindî, xurttir e û hêrsa wê zêdetir e.

Bi tecrîdê nikarin encamê bigrin

Dema ku hêzên navneteweyî bi komployê nekarîn encamê bi dest bixin, vê carê rê û rêbazên din bi kar tînin. Tecrîd jî yek ji van rêbazan e. Li ser Rêber Apo tecrîdeke pirr giran heye. Dijmin wê ti carî ji tecrîd û komployê encamê nestîne. Çiqas êriş bikin jî serketin wê ya me be. Em bi xwe bawer in, bi gelê xwe bawer in, bi îdeolojiya Rêber Apo bawer in. Em ê bi vê bawerî û îdeolojiyê li ser xwe bin.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.