- Li gelek bajarê û paytextên Ewrûpayê Kurdan di salvegera 24'an a Komploya Navneteweyî ya 9´ê Cotmehê de, hêzên komploger rûreş kir û doza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.
Li gelek bajarên Ewrûpayê, Kurd û dostên wan Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, di salvegera 24´an a komployê de protesto kir. Wan bi çalakiyên xwe nexasim nîşan da ku komploger negihîştine armanca xwe.
Komploya Navneteweyî di 9’ê Cotmeha 1998’an de, bi derxistina Rêber Abdullah Ocalan a ji Sûriyê, dest pê kir. Salvegera 24’an a vê bêbextiya navneteweyî, ji aliyê Kurdan û dostên wan ên li gelek bajarên Ewrûpayê ve hat protestokirin.
FRANKFURT: Li bajarê Elmanyayê Frankfûrtê, bi pêşengiya Federasyona Kawayê (FED-KAWA) çalakiyek hat lidarxistin. Kurd û dostên wan, saet di 14.00’an de li ber Stasyona Trenê ya Navendî ya Frankfûrtê hatin ba hev û ji wir dest bi meşê kirin. Kurdên ji GieBen, Frankfurt, Darmstadt, Mainz û navçeyên derdora wê tevlî meşê bûn. Çalakî li Meydana Hauptwacheyê bi mîtîngekê bi dawî bû. Hevseroka KON-MED’ê Zubeyde Zumrut li vir komplo şermezar kir û got, YE, Emerîka û dewletên din û CPT’ê careke din rolên xwe yên di kompoloyê de nîşan dan. Zubeyde Zumrut qala qetilkirina Jîna Amînî û Nagihan Akarselê jî kir û got, têkoşîna jinê û paradîgmaya Abdullah Ocalan, hemû rejîmên faşîst û zextkar xistine nava fikaran.
HAMBURG: Li vî bajarê bakurê Elmanyayê, ji bo şermezarkirina komployê meşek hat lidarxistin. Leyla Kaya di çalakiya li ber îstasyona trenê ya navendî ya Hambûrgê de got, hezkirina Abdullah Ocalan ew qas mezin e ku ji dilê gel nayê jêbirin. Kurdên ji bajarên Bremen, Kiel û Stadeyê jî tevlî çalakiyê bûn. Bi hezaran Efxanî û Îraniyan bi dirûşmeya “Jin jiyan Azadî” destek da Kurdan.
SAARBRUCKEN: Li Saarbruckenê ji bo protestokirina komployê, bi pêşengiya Meclîsa Jinan û meclîsa herêmî mîtîngek li ber Europa Glaerieyê hat lidarxistin. Di çalakiyê de posterên Ocalan hatin hildan û hat gotin, Rêber Abdullah Ocalan, gerîla û gelê Kurd bi têkoşînê komplo pûç kir.
STUTTGART: Kurdan û dostên wan li vî bajarê Elmanyayê komploya li Ocalan bi meşekê protesto kir. Kurd û dostên wan li Lautenschlager Strasseyê hatin ba hev, û ji wir meşiyan. Çalakî, li navenda bajêr, bi mîtîngê dewam kir. Di mîtîngê de endamê KNK’ê Tahîr Koçer got, “Rêber Apo, li ku dibe bila bibe, fikra wî, wê li ronîkirina Kurd û gelên Rojhilata Navîn dewam bike.”
BERLÎN: Li paytexta Elmanyayê Berlînê, komplo bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpayê (TJK-E), bi tevlêbûna Meclîsa Jinan Dest Danê, Meclîsa Nav Berlîn û gelek Kurdan, bi meşeke ji Wittenbergplatzê hat rûreşkirin. Susanne Rossling, li ser navê Meclîsa Jinan Dest Danê got, “Bi derxistina Rêbertiyê ji Sûriyeyê di 9’ê Cotmeha 1998’an de Komploya Navneteweyî dest pê kir. Di şexsê Rêber Apo de, em weke jin, hêzên navneteweyî yên komploya li dijî gelê Kurd, şermezar dikin.”
DUSSELDORF: Li paytexta eyaleta NRW´ê Dusseldorfê, Komploya 9’ê Cotmehê bi meşekê hat protestokirin. Federasyona Med û NRW YJK-E’yê meş organîze kir. Di meşê de Besîme Konca li ser navê TJK-E´yê got, “Ez bi ruhê Zîlan û Semayan, şehîdên ´Hûn nikaran Roja me tarî bikin´, bi bîr tînim. Jinên Kurd her tim li dijî tecrîdê li ser pêyan in û em ê vê hestiyarbûnê heta ku Rêber Apo azad bibe, bidomînin.”Endamê MAF-DAD’ê Mahmût Şakar jî got, Îmralî pergala tecrîdê ye û weke avahiyeke êşkenceyê hatiye avakirin.”
PARÎS: Li paytexta Fransayê Parîsê, bi pêşengiya TJK-F’ê ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, meşek hat lidarxistin.
Bi sedan Kurd û dostên wan tevlî çalakiyê bûn. Li Meydana Republiqueyê pankartên li ser wan nivîsandî “Azadiya Rêbertiya me azadiya me ye” û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ghatin hilgirtin. Kurd heta bi Meydanan Stalîngradê meşiyan û doza azadiya Ocalan kirin. Di çalakiyê de Hevserokên CDK-F’ê Xanê Akdogan û Abdullah Ulmez gotin, heta Rêber Abdullah Ocalan azad dibe, ew ê li meydanan bin.
RENNES: Li vî bajarî Fransayê Kurd û dostên wan li Meydana Charles de Gaulles hatin ba hev, û bi dirûşmeyan Komploya Navneteweyî şermezar kirin. Ew ji wir di nava bajêr re meşiyan û dîsa hatin heman meydanê û mîtîngek li dar xistin. Di axaftinan de Komploya Navneteweyî ya hat şermezarkirin û hat gotin, “Bi sekna xurt û bi xwedîderketina gelê Kurd a li Rêber Abdullah Ocalan, Komploya Navneteweyî, hat pûçkirin. Heta tecrîd ji ser Rêbertiyê ranebe û bi fizîkî azad nebe, em ê li qadan bin.”
MARSÎLYA: Li Marsîlyayê bi hezaran kes hatin ba hev û bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkanê, bi meş û mîtîngê Komploya 9’ê Cotmehê protesto kirin. Kurd û dostên wan ên ji Draguignan, Montpellier, Marignaneyê, ji Meydana Canabiere a Marsîlyayê ber bi Meydana Vieux Portê ve meşiyan. Pankartekê mezin ê li ser “Azadiya Abdullah Ocalan, azadiya me ye” nivîsandî hat hilgirtin. Çalakiyê bi mîtîngê dewam kir.
BERN: Li paytexta Swîsre Bernê, Kurdên ji gelek deverên Swîsreyê tevlî çalakiya rûreşkirina Komploya 9´ê Cotmehê bûn. Çalakî li ber avahiya Parlamena Swîsreyê hat lidarxistin. Çalakgeran bênavber dirûşmeya “Bijî Serok Apo” got. Li ser navê Komîteya Çalakiyê, Munîr Ay got, Abdullah Ocalan bi berxwedana xwe komplo pûç kir. Li ser navê CDK-S’ê jî Îsmaîl Kardaş îşaret bi berxwedana Rêber Abdullah Ocalan kir û got, “Tecrîd û çar dîwaran nekarîn li pêşiya Rêbertiyê bibin asteng.”
KOPENHAG: Kurdên li Kopenhagê, Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi meşeke ji Meydana Îsraîlê heta Parlamena Danîmarkayê, protesto kir.
Li ber Parlamena Danîmarkayê bang li hêzên demokratîk, rêxistinên civakî yên sivîl û saziyên hiqûqî yên navneteweyî hat kirin da ku li ber siyaseta dewleta Tirk a dagirker rabin. Di axaftinên hat gotin, “Heta Serok Apo azad nebe, gelê Kurd azad nabe.”
AMSTERDAM: Ji ber salvegera komploya navneteweyî li bajarê Holandayê Amsterdamê, meş hat kirin. Bi pêşengiya TJK´a Holandayê, bi sedan Kurd û dostên wan, daketin meydanan. Di meşê de Dirûşmeyên “Azadiya Rêber Apo, azadiya me ye”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” hatin gotin. Derya Dêrsim li ser navê Hevserokatiya DEM-NED’ê komplo û tecrîdkirina Rêber Ocalan şermezar kir û bal bire ser rola hêzên navneteweyî yê di komployê de.
VIYANA: Li paytexta Awusturyayê, komploya navneteweyî hate şermezarkirin. Bi dehan Kurd û dostên wan, li Viyanayê beşdarî xwepêşandana li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan bûn û bang kirin da ku Rêber Ocalan fizîkî jî azad bibe. Li dehma kolana Maria Helfahr, çalakî veguherî mîtîngê. Di axaftinan de hate gotin: "Plan û komployên dewleta faşîst a Tirk, bi saya fikir û felseya Rêber Ocalan bi bin ketin."
NAVENDA NÛÇEYAN