Çareserî paradîgmaya Rêber Apo ye

Çarşem 9 Cotmeh 2024 - 03:05

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di beşa duyemîn a hevpeyvîna ji bo ANF'ê de ku bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê pêk anî, armanca komployê û şerê li Rojhilata Navîn nirxand.

Beşa duyemîn a hevpeyvîna Cemîl Bayik re bi vî rengî ye:

"Piştî ku sîstema Sowyetê belav bû gelek valahî çêbûn. Sîstema kapîtalîst modernîte xwest wê valahiyê dagire, li cîhanê desthilatdarî, hegemonya xwe îlan bike. Ji ber wê kete şerekî îdeolojîk û psîkolojîk, leşkerî û çandî. Ew rê jî ji Rojhilata Navîn derbas dibe. Ji ber wê li Rojhilata Navîn ji bo sîstema kapîtalîst modernîte çi astengî, metirsî çêdibe lazim e pêşiya wê bigirtana. Eger Rojhilata Navîn bi destê xwe nexin, nikarin hegemonya xwe li cîhanê bi pêş bixin, îlan bikin. Ji ber ku astengî, metirsiya mezin Rêber Apo çêdikir, çare di kî derê de dîtin? Ku komployeke navneteweyî bikin, Rêber Apo bê tesîr bikin. Wê demê dikarin bi rehetî mudaxeleyî Rojhilata Navîn li gorî armancên xwe bi pêş bixin. Eger ku komploya navneteweyî bi pêş xistin, ji bo armancên xwe ku li Rojhilata Navîn li ser wê li cîhanê bi pêş bixin, ew komplo kirin.

Rêber APO komplo pûç kir

Dewleta Tirkiyeyê jî xwest ji vê yekê feydeyê bibîne, ji bo karibe armanca xwe, tasfiyekirina PKK'ê, qirkirina Kurdan temam bike. Lê belê çiqas di vî alî de hem sîstema kapîtalîst modernîte kar kir, hem dewleta dagirker, qirker a Tirk kar kir dîsa jî encam wernegirtin. Ji bo encamê werbigirin lazim e hinek tifaqên din, têkiliyên din pêk bianiya. Li ser wî esasî bi Barzaniyan re, bi Iraqê re hinek tifaq kirin. Û dewleta Tirkiyeyê dibîne ku eger kevneperestî li Rojhilata Navîn ê desthilat, dagirker di bin pêşeniya xwe de negihîne hev, wê hêzê û hêza kapîtalîst modernîteyê negihîne hev nikare armanca xwe ya tasfiyekirina PKK'ê, qirkirina Kurdan pêk bîne. Dewleta Tirk niha li ser wan esasan kar dike. Karekî pir metirsîdar dike. Lazim e gelê me, dostên me vê rastiyê baş fêhm bikin. Rêber Apo, kê komplo bi pêş xist, ji bo çi bi pêş xist, armanca wê çi ye, dixwazin çi bikin, lazim e li dijî komployê çawa bisekine, ku çawa bisekine wê karibe komployê pûç bike, tevgera gel û mirovahiyê li ser nirxê azadî, demokrasiyê bi pêş bixe, hêviya wan xurt bike, ew suwal ji xwe pirsî, di kesayetiya xwe de bersiva wê da. Rêber Apo ji ber wê paradîgmayeke nû, ji bo gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê, ji bo hêzên demokrasî û azadiyê, sosyalîzmê, bi taybetî jî ji bo jin û ciwanan afirand. Di şexsê xwe de komploya navneteweyî bi vî rengî têk bir. Ji ber wê her ku diçe ev paradîgma li cîhanê belav dibe. Her ku diçe Rêber Apo baş tê fêhmkirin. Gelê Kurd baştir tê fêhmkirin. Jinên Kurd baştir têne fêhmkirin.

Rêya esasî neteweya demokratîk e!

Eger ku îro Rêber Apo, PKK, Kurdên azad li her cihî dibe hedef sedem ew e. Yanî dibêjin, we nehişt ku nakokî li Rojhilata Navîn kûr bibe. Em dixwazin vê kûr bikin, hûn pêşî lê digirin. Lewma dijminatiyê dikin. Eger ewqasî dijminatiyê li PKK'ê dikin, dijminatiyê li Rêber Apo û neteweya demokratîk dikin, sedem ew e. Ji ber wê divê ew çareseriya ku Rêber Apo ji bo Rojhilata Navîn, mirovahiyê bi pêş xistiye, hîn bêhtir bê xurtkirin. Têkoşîn li ser wî esasî çiqasî bê xurtkirin ewqasî daxwazên gelan, mirovahiyê pêk tê. Çareserî di paradîgmaya Rêber Apo de ye. Çareserî di sîstema demokratîk konfederal de ye. Çareserî di rêya neteweya demokratîk de ye. Ji ber wê niha li Rojhilata Navîn ên ku li ser Rojhilata Navîn şer dikin sîstema kapîtalîst modernîte ye. Yê ku pêşengiya wê dike di nava wan de yê ku di serî de Emerîka, Îsraîl e, yek jî yê ku li ser Rojhilata Navîn armanca xwe heye Îran, Tirkiye ye. Lê belê sîstema kapîtalîst modernîte pêşiya Îran, Tirkiye digire. Ji ber wê herdu jî ne rehet in. Dibînin ku pêşketinên çêdibin nakeve xizmeta wan. Ji ber wê ne rehet in. Lazim e di nava van nakokiyan de şoreşa demokratîk modernîte bê pêşxistin. Wezîfeya her kesî li Rojhilata Navîn ew e."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.