Bi boneya salvegra 24’an a Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêber Abdullah Ocalan, li gelek bajarên welatên Ewrûpayê çalakiyên girseyî tên lidarxistin. Çalakiyên mezin li London û Stockholmê jî çêbûn.
Li ser banga Meclîsa Gelê Kurd a Londonê, li taxa Dalstonê çalakiyeke girseyî û meş hat lidarxistin. Çalakiyê ji ber avahiya Mala Gel a Dalsonê dest pê kir û di şexsê Nagîhan Akarsel de ji bo bibîranîna şehîdên Kurdistanê rêz hat girtin. Beşdaran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana gerîla”, “Bimire komploya navneteweyî”, “PKK gel e, gel li vir e”, “Bimire xiyanet”, “Dewleta Tirk a kujer” û “Jin jiyan azadî” gotin.
Hevserokên Meclîsa Gelê Kurd, Turkan Bûdak û Baran Pazarcik, li ser navê Meclîsa Jinan a Jiyan Elîf Sarican û li ser navê KCDK-E Başûr jî Şivan Heval axivîn. Wan îşaret bi wê yekê kir ku 9’ê Cotmehê ji aliyê gelê Kurd û gelê Rojhilata Navîn ve weke “roja reş” tê binavkirin û got, “Di şexsê Rêber Apo de, xwestin ku gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn, di nava tariyê de bihêlin. Lê Rêber Apo, 24 sal in di hucreya yekkesî de, hem komplo û komploger û hem jî hişmeniyên paşverû têk birin. Em ê bi raperîna azadiyê ya gelan, tecrîdê bişikînin û Rêber Apo azad bikin.”
Li paytexta Swêdê Stockholmê jî meşeke mezin hat lidarxistin. Kurd û dostên wan wêne û alên Rêber Abdullah Ocalan û gelek pankartên li ser wan “Azadiya Rêber Apo, azadiya min e” nivîsandî hilgirtin.
Meşê li meydana Norra Bantorget dest pê kir heta bi parka Normalmstorget dewam kir. Di çalakiyê de ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, îmze jî hatin berhevkirin. Çalakgeran, bê navber dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Li parka Normalmstorgetê, meş veguherî mîtîngê.
Hevserokê NCDK-Îskandinavyayê Hemîd Amed li vir got, “Îro em dikevin sala 25´an a komployê. Heta ku Rêber Apo azad bibe, em ê her tim li qadan bin.”
Ocalan komplo pûç kir
Kurdên li bajarên Bordeaûx û Toûloûseyê yên Fransayê, ji bo protestkirina 9’ê Cotmehê li Bordeauxê hatin ba hev. Bi tevlêbûna Hevserokê Kongreya Gel Remzî Kartal, têkildarê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan civînek hat lidarxistin.
Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê, li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê bi daxuyaniyekê hate protestokirin.
Li Innsbrûck a paytexta eyaleta Tîrol a Awûstûryayê, bi tevlêbûna Hevserokê Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) û endamên Dîwanê yê KCDK-E’yê Demîr Çelîk li Navenda Çandê ya Elewiyan a Înnsbrûckê û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Înnsbrûckê panel hatin lidarxistin. Demîr Çelîk got, “Di serî de Rêber Abdullah Ocalan û gelê Kurd bi berxwedana bi heybet ev komplo pûç kirine.”
NAVENDA NÛÇEYAN