- PKK: Bi taybetî çalakiya fedaî ya hevrê Sara û Rûken a li Mersînê, rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst ji bingehê ve hejand; nîşan da ku Rêber Apo wê bi rengê Zîlanî bê parastin û rêbaza têkoşîna li dijî sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê careke din zelal kir.
PKK bi boneya salvegera 25´an a Bêbextiya Navneteweyî ya 9´ê Cotmehê daxuyaniyek da û got, “Sala 25'an a têkoşîna li dijî komployê wê bibe sala têkbirina teqez a komployê, sala hilweşandina faşîzma AKP-MHP'ê ku hewl dide komployê dewam bike, sala parçekirina sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê û misogerkirina azadiya fizîkî ya Rêber Apo.
Komîteya Rêveber a PKK'ê got, "Em dikevin sala 25'an a Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmeha 1998'an ku li dijî Rêber Apo hate kirin. Rêber Apo 24 sal in bi berxwedaneke awarte komplo pûç kiriye, wî hêzên komploger têk birine û sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê ku nîşaneya komployê ye tevizandiye. Em Rêber Apo û vê berxwedana dîrokî ya Îmraliyê bi rêz silav dikin. Em şehîdên xwe yên leheng ên ku bi şîara 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' li dora Rêber Apo bûn xelekek ji agir, ji hevrê Halît Oral û Aynûr Artan destpê kir û gihîşt heta hevrê Sara Goyî, Rûken Zelal û Nagîhan Akarsel, bi rêz, hezkirin û minet bi bîr tînin. Gelê me yê welatparêz û dostên me yên demokratîk 24 sal in li ser şopa Rêber Apo bi wêrekî û fedakariyeke mezin li dijî komployê têdikoşin û komployê têk dibin. Di sala 25'an a têkoşînê de em ji wan re jî serketinê dixwazin.
Hêzên komploger bi îmhakirina Rêber Apo, bi tasfiyekirina PKK'ê û qirkirina Kurdan, xwestin ku azadiya gelê Kurd û demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn asteng bikin. Li dijî vê êrişkariyê weke gel û tevger, bi pêşengiya Rêber Apo ev 24 sal in em li ber xwe didin. Di serî de gerîlayên me yên leheng û tevgerên me yên jin û ciwanan, gel û dostên me bi dayina bi hezaran şehîdî ji bo azadiya Kurdistanê û demokratîkbûna Rojhilata Navîn têkoşiyan. Encamên vê têkoşîna dîrokî ya 24 salan li holê ne; Hêzên komploger mirovahî ber bi felaketê dehf dan, lê têkoşîna azadiyê ya li Kurdistanê, ku bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê ya Rêber Apo ji aliyê jin û gelê me ve li çar parçeyên Kurdistanê tê meşandin, ji bo tevahiya mirovahiyê bû çavkaniyeke nû ya îlham û hêviyê.
Piştgiriyê bidin raperîna Rojhilat
Daxwazên azadiyê yên jinan û civaka Îranê bêguman gelekî mafdar û rewa ne. Em bang li her kesî dikin ku piştgiriyê bidin van daxwazên rewa û mafdar. Em bang li rêveberiya heyî ya Îranê dikin, ku bêyî hincetekê ji xwe re peyda bike, bêyî ku xwe bispêre gotina 'Hêzên derve' daxwazên azadiyê yên rewa yên jinan û civaka Îranê bibîne, pirsgirêkan li ser bingeha hevdîtin û diyaloga bi nûnerên gel re çareser bike, li hemberî gelên ku rabûne têkoşîneke rewa ti carî bi tundî tevnegere. Em serhildanên azadiyê yên rewa û mafdar ên bi pêşengiya jinan silav dikin û di wê baweriyê de ne ku wê encamên serketî bi xwe re bînin.
Bi rengê Zîlanê parastina Rêber Apo
Hêzên me yên gerîla yên leheng di serî de li Zap, Avaşîn û Metînayê li her qadê bi çalakiyên mezin pêşwaziyê li sala 25'an a komploya navneteweyî dikin û nîşanî her kesî didin ku wê bi serketî pêşengiyê ji berxwedana azadiyê re bikin. Jinên Kurd ku li ser bingeha Jineolojiyê ya Rêber Apo di nava şoreşeke mezin a azadiyê de ne, bi formula 'Jin jiyan azadî' vê carê li Rojhilatê Kurdistanê rabûn ser piyan û hem careke din nîşan dan ku sedsala 21'ê sedsala jinê ye, hem jî rê û rêbazên têkoşîna li dijî komploya navneteweyî raxistin pêş çavan.
Bi taybetî çalakiya fedaî ya hevrê Sara û Rûken a li Mersînê, rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst ji bingehê ve hejand; nîşan da ku Rêber Apo wê bi rengê Zîlanî bê parastin û rêbaza têkoşîna li dijî sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê careke din zelal kir.
Sala têkbirina sîstema Îmraliyê
Sala 25'an a têkoşîna li dijî komployê wê bibe sala têkbirina komployê, sala hilweşandina faşîzma AKP-MHP'ê, sala parçekirina sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê û sala misogerkirina azadiya fîizîkî ya Rêber Apo. Em ê di sala 25'an de li ser vî esasî şer bikin û teqez bi ser bikevin.
Em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin da ku rastiya sala 25'an a komploya navneteweyî rast fêhm bikin, têkoşîna sala 25'ân li ser xeta serketinê ya fedaî li her derê her timî bimeşînin, bi têkoşînê bersivê bidin komployê, sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê parçe bikin û azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bikin."
NAVENDA NÛÇEYAN