Rojane 400 ciwan direvin

pêncşem 15 Çiriyê 2020 - 23:59

Berpirsê Rêxistina Elend a ji bo Demokrasîkirina Ciwanan Şêrzad Mihemed da zanîn ku li Dihokê rojane 400 ciwan bi riyên cuda derdikevin derveyî welat û got; “Tirkiye ji bo wan rê xweş dike.”
Şêrzad Mihemed, sedema koça ciwanan jî weke rewşa xerab a aboriyê destnîşan kir û got; “Beşekî din ê sedema koça ciwanan welatê Tirkiyeyê ye. Heta astekê rê ji bo ciwanan xweş dike ku ji welat derkevin. Xelk bi navê geştê diçin vîzeyê distînin, diçin Tirkiye û Îranê. Li ser sînoran heta astekê Tirkiye çavê xwe digire ku xelk berê xwe bide Ewrûpayê.”
Rêxistina Elend a ji bo Demokrasîkirina Ciwanan rapora derbarê koça ciwnan de radestî Parlamentoya Herêma Kurdistanê kiriye. Sedema koça ciwanan rave kiriye. Şêrzad Mihemed destnîşan kir ku ti bersiva rapora wan nehatiye dayîn.
Koça ciwanên Behdînan bala rêxistinan û ragihandinê kişandiye. Lê hikûmet û parlamento çavê xwe jê re digirin. Di riya koçberiyê de heta niha gelek ciwanan jiyana xwe ji dest dane. Herî dawî ciwanê ji Şêladizê yê bi navê Menaf Îbrahîm ê 23 salî bû ku şeva 11’ê Cotmehê li daristanek navbera Tirkiye û Yewnanê de ji serma qefilî bû.
Rêxistina Elend a ji bo Demokrasîkirina Ciwanan rêxistinekî navxweyî ya Herêma Kurdistanê ji sala 2014’an ve hatiye damezirandin û ofisa wê ya sereke li Dihokê ye. Li seranserî Herêma Kurdistanê kar û çalakiyan dike.

ROJNEWS/DIHOK

parvê bike

Nûçeyên ku dikare bala we bikşîne

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2020 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.