Roja Rûsya’yê cejneke girîng a giştî ya Federasyona Rûsyayê ye, ku her sal di 12’ê Hezîranê de tê pîroz kirin. Heya sala 2002’an, wekî Roja Daxuyanîya Serwerîya Dewleta Rûsya’yê hate binav kirin. Ev yek ji "ciwantirîn" betlaneyên (tatîl) giştî yên welêt e.
Di 12’ê Hezîrana 1990’an de, Kongreya yekem a Parlamenterên Gel ên Komara Sosyalîst a Federatîf a Sovyetê ya Rûsyayê Danezana Serweriya Dewleta Rûsyayê pejirand, ku serweriya Destûra Rûsyayê û qanûnên wê ragihand. Di wê demê de, gelek komarên Yekîtiya Sovyetê berê li ser serweriya xwe biryar dabûn, ji ber vê yekê ev belge di şert û mercên ku komarên yek li pey hev serbixwe bûn de hate pejirandin. Di xurtkirina dewleta Rûsyayê de qonaxek girîng pejirandina navekî nû ji bo welat - Federasyona Rûsya’yê bû.
Her weha di 12ê Hezîranê de ji bilî "serxwebûnê", Rûsyayê yekem Serokê xwe jî bi dest xist - di vê rojê de, yekem hilbijartinên serokatiyê yên vekirî yên neteweyî di dîroka welêt de hatin kirin, ku tê de Boris Yeltsin wek serok hat hilbijartin. Ew bû ku bi biryarnameya xwe ya jimare 1113 ya 2’ê hezîrana 1994’an, 12’ê hezîranê girîngiyek dewletê da û betlaneyê bixwe jî wekî Roja Danezana Serweriya Dewleta Federasyona Rûsya’yê hate binav kirin. Paşê, ji bo sadebûnê, jê re Roja Serxwebûnê hate gotin.
Lê yekem hewildana afirandina betlaneya dewletê ya sereke, ku dê destpêka dîroka nû ya Rûsyayê destnîşan bike, nezelal hate nirxandin. Di nav gel de, ew bi awayên cihêreng hate şîrove kirin, û anketên nifûsa wan salan bi zelalî nebûna tevahî têgihîştina rûsan ji cewhera betlaneyê nîşan da. Boris Yeltsin di axaftina xwe ya ji bo pîrozkirina vê cejnê ya sala 1998’an de, bi pêşniyara pîrozkirina wê wekî Roja Rûsya’yê, careke din hewl da ku dev ji nîqaşên li ser 12 Hezîranê berde. Bi fermî, betlaneyê di 1’ê Sibata 2002’an de, dema ku bendên Qanûna Kedê ya nû ya Federasyona Rûsyayê ket meriyetê, navek nû wergirt.
Di sala 2001’an de, li Kremlînê di resepsiyonê de bi munasebeta Roja pejirandina Danezana Serweriya Dewleta Rûsya’yê, Serokê Federasyona Rûsyayê Vladîmir Pûtîn wiha got: “Hejmartina dîroka me ya nû bi vê belgeyê dest pê kir. Çîrokên dewleteke demokratîk li ser bingehê azadiyên sivîl û serweriya hiqûqê ye. Û wateya wê ya sereke serkeftin, bextewarî û xweşiya welatiyan e.”
Îro roja Rûsyayê roj bi roj taybetiyên welatparêziyê werdigire û dibe sembola yekîtiya neteweyî ya gelên Rûsyayê û berpirsiyariya hevpar a niha û pêşeroja welêt. Ev cejna azadî, aştiya medenî û razîbûna hemû gelan a li ser esasê hiqûq û edaletê ye.
Di vê rojê de, li hemî bajarên Rûsyayê, gelek bûyerên pîroz û cejn têne lidarxistin, ku tê de hemwelatiyên ji her netewî û temenî bi cil û bergên xweyên netewî beşdar dibin. Li Kremlînê, Serokê Rûsyayê Xelatên Dewletê yên Federasyona Rûsyayê pêşkêş dike, û pîrozbahiyên sereke, bê guman, li Moskowê li Meydana Sor pêk tê û bi fişekên hawayî ya mezin ji bo rûmeta Roja Rûsyayê bi dawî dibe.
parvê bike
Nivîsên Kurdistan LEZGIYEVA
Newekhevîya sosyo-aborî li cîhanê
1 nîsanê
Rêber Apo xefik parçe kir!
4 adarê
Dem, dema pêkanîna şoreşê ye!
25 sibatê
Gelo aştî bê azadî dibe?
18 sibatê
Sûrîye û Desentralîzasyon
11 sibatê