Li Rûsyayê pirtûka endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb ya bi navê “Xwendinek nû ji bo dîroka Kurdistanê” bi zimanê rûsî hat çapkirin.
Otonomîya Federal ya Neteweyî û Çandî ya Kurdên Federasyona Rûsyayê pirtûka “Xwendinek nû ji bo dîroka Kurdistanê” ku di sala 2015’an de cara yekem hatiye çapkirin, li Rûsyayê bi navê “Dîroka Kurdistanê” çap kir. Pirtûk ji 367 rûpelan pêk tê. Pirtûk li Malên Kurdan ên Rûsyayê tên peydakirin.
Di pitûkê de li ser pêkhatina gelê Kurd û Kurdistanê û ji serdema neolîtîkê heta roja me ya îro, analîzeke kûr dike. Her wiha li ser tevgerên rizgarîxwaz ên ku bûne parçeyekî bingehîn ê dîroka Kurdistanê. Nivîskar di heman demê de perspektîfek nû li ser erdnîgarî û demografiya herêmê pêşkêş dike ku rê dide têgihîştina kûr a girîngiya wê di dîroka cîhanê de.
Di pirtûkê de mijarên li jêr tên nirxandin:
Serdema neolîtîk: civakên destpêkê yên Kurdistanê;
Damezrandina eşîrên Kurdan: rola wan di serdema hiyerarşiyê û bazirganiya koleyan de;
Konfederasyona Medya: Zerdeştî û bandora wê li ser herêmê;
Serdema îslamî: lihevhatina bi rastiyên nû yên olî û civakî;
Serdema kapîtalîzmê: bandora faktorên derve li ser pêşketina herêmê;
Demên nûjen: Têkoşîna Kurdan ji bo çarenûsî û beşdarbûna wan di siyaseta navneteweyî de.
ROJNEWS