DEM Partî hevdîtinên li Rûsyayê temam kir

Şemî 12 Nîsan 2025 - 02:55

DEM Partî hevdîtinên xwe yên bi rayedar û saziyên cuda yên li Rûsyayê re bi dawî kir.

Baroya Çapemeniyê ya DEM Partî der barê mijarê de got, “Heyeta me ku ji Hevberdevka Komîsyona Têkiliyên Derve Ebru Gunay, Cîgirê Hevserokên Desteya Rêveberiyên Xwecihî yê Demokratîk Mehmet Ruştu Tiryakî, Hevberdevkê Komîsyona Aboriyê Sarûhan Olûç û Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît pêk tên li Rûsyayê hevdîtinên xwe temam kirin.”

Li gorî daxuyaniyê, heyet herî dawî bi pêşengiya Enstîtuya Lêkolînên Rojhilatî ya Akademiya Zanistên Rûsyayê civîneke li dora maseya gilover bi pispor û akademîsyanan re lidar xistine.

Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de geşedanên li Tirkiye û herêmê, têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê û mijarên nasnameya etnîkî û olî yên di çarçoveya dînamîkên herêmê yên li Rojhilata Navîn de hatin nirxandin. Her wiha pêşniyarên DEM Partiyê ya ji bo çareseriya van pirsgirêkan bi beşdaran re hate parvekirin.

Hate diyarkirin ku, heyet çû serdana Enstîtuya Lêkolînên Kurdî jî û der barê xebatên wê de agahî girtin.

 ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.