‘Quilling‘ an jî xêzkirina bi kaxiz û boyaxê

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 4 Çile 2025 - 00:04

Hunera badana kaxez ku jê re “Quilling” jî tê gotin bi salane dewam dike. Yanî bi badana kaxez çêkirina berhemên hunerî hunerke kevn e. Hin dîrokzan dîroka vê hunerê bi kifşkirina kaxez didin destpêkirin ku cara ewil li Çîna kevnar hatibû kifşkirin.

Hunermenda bi navê Yulia Brodskaya jî vê hunera kevn bi awayekî nûjen tîne roja me ya îro û bi kaxizên boyaxkirî îllûstrasyonên balkêş çêdike. Di van îllûstrasyonan de tê xuyanê ku wê bi kaxiz re têkiliyeke taybet daniye û ji vê hunerê gelekî hez kiriye. Di portreyên wê de hûrgiliyên pirr xweşik hene ku nîşaneya kedeke mezin in. Wê di portreyekî de qederê sed parçe kaxez bikaraniye. Ji xwe kare xwe jî weke xêzkirin ango bayaxkirina bi kaxez pênase dike.

Yulia Brodskaya beriya ku van kaxezan bi cih bike haziriyeke dirêj dike. Ji bo ku kaxez cihê xwe bibînin û tesîrê li ser bîner çêbikin bi rojan li ser rengan difikire û bi vî awayî dest bi çêkirina tabloyan dike. Ji bo van portreyên xwe û hunera ku îcra dike dibêje; “Şerîdên kaxizan ji bo min girîng in. Gava dibînim tiştekî ne di rê de heye bi roj û saetan li ser hûr dibim û di her carê de tiştekî nû fêr dibim. Lêhûrbûna bi vî awayî ya li ser hunerê ew ê cerebeyên me yên hunerî bêhtir bi bîneran bidin famkirin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.