Roja jinan bi ruhê Newrozê

Gulîstan ÇIYA ÎKE nivîsand —

Çarşem 10 Adar 2021 - 01:03

  • Jinan li qadên 8’ê Adarê Rêber Apo ku bûye çavkaniya pêşketina têkoşîna azadiya jinê û kiriye ku jina azad û xweşik bibe hêza herî çalak ya şoreşê, bi çalakiyan silav kirin. 

Li seranserê cîhanê bi milyonan jin di 8’ê Adarê de li qadan bûn. Jinan got pergala zilam a desthilatdar ji Covid-19 hîn xetertir û kujer e, bend û astengiyên bi bahaneya pandemiyê wisa derbas kirin. Jixwe vîrûsa Covît-19 jî berhema pergala modernîteya kapîtalîst ya desthilata zilam e; pergal nexweşî û vîrûsan çêdike. Heta pergala desthilata zilam dewam bike, wê nexweşî û pandemiyên hîn xetertir derkevin. Ji vî alî de têkoşîna azadiyê ya jinan, dê koka pandemiyên wiha jî biqelîne.

8’ê Adarê li Kurdistanê bi heybet hat pêşwazîkirin. Jin pêl bi pêl herikîn qadên çalakiyan. Lewma vê 8’ê Adarê jî nîşan da ku jin dê karakterê sedsala 21’an diyar bikin. Êdî ti hêz û desthilat nikare têkoşîna jinan rawestîne. Her îdeolojî û polîtîkaya pêşî cih dide têkoşîna azadiya jinê, dê bi ser bikeve. Her îdeolojî û polîtîkaya li ber têkoşîna azadiya jinê raweste dê bi bin bikeve. Jin tenê li mafên xwe nagerin, tenê li wekheviya hiqûqî nagerin. Armanc û daxwaza jinan ew e, jiyan bi temamî bi ruhê azadiyê bibe xwedî form. Pergala desthilat a mêr yekem dijşoreşa herî mezin a li beramberî dîroka mirovahiyê ye ku li her qada jiyanê neyînî bandor kiriye. Niha li dijî vê pergalê şoreşa dîrokê ya herî mezin pêk tê. Ev tiştekî wisa ye; wê koka xirabiyan hemûyan bi ruhê azadiya jinê hişk bibe. Ma şoreşek ji vê mezintir û bi heyecantir heye? Şîfre û klîda ku mirovahiyê ji xirabiyan hemûyan rizgar bike di destê jinan de ye. Jin dê di sedsala 21’an de bibin dayîka afirîner a jiyana azad û demokratîk.

Jin vê rist û rola xwe ya dîrokî ya ketî ser milan dibînin. Her diçe baweriya wan a bi xwe zêdetir dibe. Di her 8’ê Adarê de careke din zelal dibe, meyla herikîna dîrokê ber bi jinan ve ye. Tê fêmkirin ku jin di her warî de çavkaniya jiyanê ye. Ji mêr bihêztir e, nêzîktirî heqîqeta jiyanê ye, heta jiyan bi xwe ye. Ger dê di nava civaka mirovahiyê de cinsek li pêş hebe, ew jî dê jin be. Ji ber ku jin di warê hebûnê de ji zilam xurttir e, serwertir e. Tenê hêza fîzîkî ya zilam zêdetir e. Jixwe ji ber pêşketina teknîkê êdî ti wateya zêdebûna hêza fîzîkî jî nemaye. Tenê êdî ev hêz dikare rolek nebaş bilîze. 
Mirovahî li başî, xweşikbûn, edalet, wekhevî, heqîqet û wijdan digere. Ya nêzîkî van xisletên civakî û çavkanî jin e. Jixwe têgîna dayîkê van tîne bîra mirovan. Ji vî alî de pêdiviya mirovahiyê pir zêde bi eqlê jina azad heye. Em vê jî daynin aliyekî, tenê ji ber ku deynê ji bo dayîkê ferz dike, jin dê di jiyana civakî de bi bandor û diyarker be. Heke li vê dinyayê azadiya jinê serwer nebe, dê ev dinya her tim deyîndarê jinan bimîne û wê ji qirêjiyê rizgar nebe. Ji ber vê, têkoşîna azadiya jinê wê hem zilaman, hem jî civakê ji qirêj û xirabiyê rizgar bike. Ji ber vê wekî duaya ji Xwedê re, divê ji jina azad û têkoşîna wê re dua bê kirin.

Îro mirovahî ji her demê zêdetir bi hêvî ber bi paşerojê dimeşe. Di nava ewqas xirabî de ji ber çi hêvî ewqas mezin e? Ji ber ku têkoşîna azadiya jinê pêş dikeve. Ruhê jina azad zindî dibe, ew ruhê azad yê jinê di nava civakê de digere. Ji ber vê mirovahî bi xweşbînî û hêvî li siberojê dinêre. Çawa ku jina Kurd li Rojava DAIŞ têk bir, êdî dê despot, zalim û paşverû hemû li hemberî têkoşîna azadiya jinê hilweşin. Muheqeq ew roj dê werin.

Têkoşîna azadiyê ya jinê îro li Rojhilata Navîn destpot û zaliman hemûyan ditirsîne. Ji ber vê desthilata faşîst ya li Tirkiyê AKP-MHP ji jinê ditirse û êriş dike. Êrişên sala borî li dijî jinê pêk hatîn, nîşan didin ka ev desthilatî çiqas ji jinê ditirse. Lewma li dijî jinan şerê taybet zêdetir kir. Ji bo têkoşîna jinê asteng û perçe bike her rê û rêbazê diceribîne. Ji ber ku têkoşîna azadiyê ya jinê rêya demokrasî û azadiyê jî vedike û bihêz dike, dijminatiya têkoşîna jinê dike. Derfetên xwe hemûyan bi kar tîne, li dijî rastiya jina azad şer dike. Ew têgehiştina ku desteka maddî dide jinan jî kar nake, êdî dihilweşe. Her çiqas desthilata AKP-MHPê dibe asteng jî lê pê nikare. Di pêşengiya jinên Kurd de jinên herêmê her ku diçe li cîhanê dibin hêza herî aktîv û bibandor ya têkoşîna azadiyê ya jinan. Ew têkoşîna azadiyê ya li herêmê ku jinên Kurd havên kiriye, her roja dîtir dê bandora wê zêdetir bibe. Wê ne mumkun û ne jî hêsan be, pêşî lê were girtin. Jinên li herêmê, Kurd, Tirk, Suryan, Ereb hemû ketine nava vê têkoşînê. Êdî desthilata AKP’ê wê nikaribe bi navê ‘jinên serî nixamtî’ û 'bi laçik' bigehe encamê. Cilûbergên wan çi dibe bila bibe, têgehiştina wan ya jiyanê çi dibe bila bibe, êdî jin hemû li dijî pergala desthilat ya dewlet-zilam dibin yek. Ev pêkhatin pir bi hêz e, wisa ye ku dikare li Tirkiyê dawî li pergala mêr ya desthilat bîne. Di çalakiyên bi heybet yên 8’ê Adarê de careke din derket holê ku jin di demokratîkbûna Tirkiyê û herêmê de xwedî rol in. Her wisa jin di çareseriya demokratîk ya meseleya Kurd de jî bûne aktoreke bingehîn.

Di dîrokê de neheqiya herî mezin li jinan hatiye kirin. Îro heman jin li dijî neheqî û her cure zilmê têdikoşin. Têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd kakilê têkoşîna gelê Kurd ya hebûn û azadiyê ye. Ji ber vê ji gel û baweriyên cuda destek û piştgiriyeke mezin çêdibe. Bi vê jî namîne, herî zêde jin ji qada navnetewî tevlî şoreşa jinê ya Kurdistanê dibin. Şoreş û têkoşîna jinên Kurd gerdûnî dibe. Xuya ye ku ev helwest û sekna jinên Kurdistanê ya azadiyê ewqas encamên bibandor bi xwe re anîne û dê hîn jî bîne.

Ji Wanê heta Amedê, Batmanê, Qamişlo, Reqa, Hesekê, Şehba, Qendîl û Şingalê, jinan li her qadê li dijî dewleta qirker ya Tirk ku dijminê jinê ye qad tijî kirin; peyamên xurt yên têkoşînê dan. Ev Peyam ruhê newrozê ne, dê rengê Newrozê ev hêza jinê ya çalak û serhildêr be.

Li dijî dewleta Tirk ya pêşengê dijminên jinan, jinên li her qadê gihan hev; ev hêza yekbûyî ya jinê dê vê desthilatê têk bibe. Hem li Rojava hem jî li Bakur, Şingal, Mexmûr, qadên gerîla û li her derê jinan mizgîna biharê dan. Bihara îsal dê bi reng û coşa jinê ya li qadan be.

Xaleke din ya gelek giring ew bû, di çalakiyên jinên Kurd û jinên herêmê de daxwaza azadiya Rêber Apo armanca sereke bû. Bêguman afirînera jina azad xeta azadiyê ya Rêber Apo ye. Lewma ji Şingal û Qendîlê heta Reqa, Kobanê, Wan, Amed û Mexmûrê jinan herî zêde israra ji bo azadiya Rêber Apo anîn ziman. Diyar e ku dê di pêngava dema azadiyê de jî bandora van çalakiyan çêbe.

Lewma li qadên 8’ê Adarê jinan Rêber Apo ku bûye çavkaniya pêşketina têkoşîna azadiya jinê û kiriye ku jina azad û xweşik bibe hêza herî çalak ya şoreşê, bi çalakiyan silav kirin.

8’ê Adara 2021’ê bi gelek peyaman barkirî pêk hat. Bi hêviya ev coş û vîna jinan ya têkoşîna azadiyê ji 8’ê Adarê ber bi 21’ê Adarê ve bibe pir, 21’ê Adarê Kurdistan seranser bibe qada serhildanê.

Bi hêviya her roj rojên jinên têkoşerên azadiyê bin, her kêlî bibe kêliya afirandina jiyana azad...

Bi hêviya jin her bend û barîkatê hilweşînin, mirovahiyê rizgar bikin....

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.