Roja azadî ji Ocalan re

Yekşem 12 Kanûn 2021 - 23:24

  • Bi rasthatina roja Azadî ji Ocalan re dawiya hefteyê li gelek navendên Ewrûpayê Kurdan bi çalakiyan doza         azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û got, tecrîdkirina Rêber Ocalan nabe ku bê qebûlkirin.  

Li gelek navendên Ewrûpayê, Kurd û dostên wan dawiya hefteyê daketin meydanan û bi çalakiyan daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kirin. Li Cenevre, Frankfurt, Bremen, Hamburg, Kiel, Stockholm û Bordeauxê di çalakiyan de Kurdan û dostên wan daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir. Kurdan got, Rêberê wê tevgerê ku dijminê mirovahiyê DAIŞ tine kir, nabe ku were tecrîdkirin.

FRANKFURT: Li bajarê Elmanyayê Frankfurtê, xelk bi boneya 10’ê Kanûnê Heftiya Mafê Mirovan meşiya û bal bire ser tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan. Beşdarên çalakiyê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kir. Di meşê de wêneyên Ocalan û Garîbe Gezer a di hepsê de hate qetilkirin, hatin hildan. Meşa ji Gara Navendî ya Trênan a Frankfûrtê dest pê kir, li meydana Alte Operê veguherî mîtîngê. 

BREMEN: Li bajarê bakurê Elmanyayê Bremenê jî Kurdistanî bi boneya Roja Azadiya Abdullah Ocalan meşiyan. Beşdarên meşê li Ziegenmarkê hatin ba hev û doza azadiya Ocalan kirin.

HAMBURG: Li bajarê bakurê Elmanyayê Hamburgê, ji bo betalkirina tecrîdkirina Abdullah Ocalan û berdana girtiyên siyasî, meşek hate lidarxistin. Di dema meşa li semta Altonayê de, polêsên Elman bi hinceta ku alên YPG û YPJ'ê qedexe ne, hewl da provokasyonê bikin. kurdan û dostên wan, ev helwêst şermezar kir. Nûnerê NCDKʼê Emîn Ruha, di destpêka meşê de got, helwêsta provokatîf a polêsên Elman xizmetê ji zêhniyeta Erdogan re dike û destnîşan kir ku di her şert û mercî de wê xwedî li Rêberê xwe derkevin. Meş li ber sirûdan heta taxa Sternschanzeyê dewam kir.

KIEL: Li bajarekî din ê bakurê Elmanyayê Kielê, ji bo azadiya Ocalan çalakî hebû. Xelkê bi meşekê doza azadiya Ocalan kir û piştre, çalakgeran bal bir ser tecrîda girankirî ya li dijî Ocalan.

BORDEAUX: Li bajarê Fransayê Bordeuxê bi boneya 10’ê Kanûnê Roja Azadiya Abdullah Ocalan meşek hate lidarexistin.

CENEVRE: Li bajarê Swîsreyê Cenevreyê, bi tevlîbûna partiyên siyasî û rêxistinên sivîl bi daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşek hate lidarxistin û êrişên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd hatin şermezarkirin. Hevberdevka demê ya TJA-Eʼyê Rabîa Baldemîr got, azadiya Ocalan azadiya tevahiya Rojhilata Navîn e: "Îro Paradigmaya jina azad ya Rêber Apo ji bo tevahiya gelên cîhanê û jinan bûye hêvî.!"

STOCKHOLM: Li paytexta Swêdê Stockholmê, Kurdan bi boneya 10’ê Kanûnê Roja Azadiya Abdullah Ocalan a Cîhanê, li kûçeya dortnînggatan çalakiya bêdengiyê li dar xist. Çalakî di pêşengiya NCDK-S û Meclîsa Jinan a Amara hate kirin. Di çalakiyê de wêneyên Ocalan hatin hildan û çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“ bi dawî bû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.